'Perwerde bingeha jiyanê bi rêk û pêk dike'
09:07
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê têkîldarê girîngiya perwerdê nêrînê xwe anîn ziman û wiha gotin, "Perwerde çeka zansit û zanebûnê ye, ji ber wê divê her jinek tevlî perwerdeyan bibe û ji bo xwe bike bingeha avakirina jiyaneke serkeftî."
Hevseroka Komîna Salihiyê Fatma El Elî da zanîn ku tevlîbûna perwerdeyan bi taybet ên bîrdozî ji bo kesayeta mirov û bi taybet ji bo jinan gaveke girîng e û wiha domand: "Tevlîbûna jinan ji perwerdeyên bîrdozî cihekî xwe yî giring heye, tê de jin dîrok û rola xwe ya ku jê hatiye dizîn nas dike. Her wiha mafê xwe jî bi wê zanebûnê bidest dixe. Min gelek perwerde û semîner derbarê dîroka jinê, netewa demokratîk û gelek waneyên derbarê exlaq, çand û fikir de dîtine. Her wiha fîlmên taybet bi jinan ên ku tundiya li ser didin xuyakirin ji bo me hatin dayîn. Di her perwerdeyê de min sûdek mezintir digirt û fêrî gelek tiştên jiyanê yên nû dibûn."
Di vê mijarê de endama Şaredariya Gel Medya Sadiq diyar kir ku jin bi perwerdeyan re xwe di warê bîrdozî de pêşdixin û wiha got, "Di perwerdê de min pergala jiyanê, ruhê hevpariya kar, rêbazê çareserkirina pirsgirêkan û nêzîkbûna ber bi kesên ku şaş bûne û rêya rast nîşandayîna wan, nas kir û li ser wî esasî tevgeriyam."
Endama Komîna Salihiyê Edla Derwîş qala girîngiya perwerdê kir û wiha got, "Ev perwerde guhertinekî pir ber biçav di jinan de dide çêkirin, ji bo ku em bikaribin xwe ji hişmendiya bi hezarê salan rizgar bikin, divê em perwerdeyê esas bigirin. Zanebûn rêxistin û jiyaneke bi rêk û pêk diafirîne, ji ber wê divê em hemû li ser bingehê perwerdedîtin û tev bigerin û jiyanê bi vî awayî bi rêve bibin."
(hs/rc)