Zarokê îşkence lê hatî kirin nayê derman kirin

14:34

JINHA

MÊRDÎN - Zarokê bi navê H.Algan ê ku dema ji taxên Nisêbînê hate tehliye kirin rastî îşkenceyên giran hat, ji ber ku nayê tedawî kirin dibe ku çavek xwe wenda bike. Dayika H. Algan, Ziynet Algan jî da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hem tedawiyê asteng dike hem jî li pey sirgûnê ye.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 27'ê Gulanê de zarok jî di nav de bi dehan sivîl piştî ku ji taxan hatin derxistin rastî îşkenceyên giran ên tîmên taybet hatibûn. Yek ji zarokên piştî îşkenceya giran hatî girtin jî H.Algan ê 16 salî ye ku niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin û kêm maye ku çavek xwe wenda bike.

'Çixare li ser laşê wî vemirandin'

H.Algan ji ber îşkenceyê dibe ku çavê xwe wenda bike û tedawiya wî jî ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Mêrdînê ve tê asteng kirin. Tevî ku divê tedawiya H. Algan bi lezgînî were kirin jî dê ji bo emeliyatê mehek din were rawestandin. Dayika H. Algan, Hevseroka DBP'a Nisêbînê Ziynet Algan, diyar kir ku divê tedawiya kurê wê bi lezgînî were kirin û eger tedawiya wî neyê kirin dê çavê wî kor bibe. Dayik H. Algan da zanîn ku ji ber kurê wê îfadeya polîsan îmze nekiriye tiliya wî hatiye şakindan û li ser laşê wî jî çixare hatiye vemirandin.

'Dixwazin sirgûn bikin'

Ziynet destnîşan kir ku hê jî li ser laşê kurê wê şopên îşkenceyê hene û got wan bihistiye dê rêveberiya girtîgehê zarokê wê sirgûn bike. Dayik H. Algan wiha axivî: "Bêyî ku tedawî bikin dixwazin kurê min sirgûn bikin. Ji ber vê ye ku dibêjin 'Em dikarin mehek din emeliyatê bikin.' Ez dixwazim ku tedawiya kurê min yeksek were kirin."

(kom/rc)