ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li ser milê şervaneke YPJ’ê çeka wê, kenê zarokê di hembêza wê de ku bê tirs dikene, hêviyên jinûve zindî bûye vedibêje. Dema hun jî li kareyên şervanên YPG û YPJ’ê yên hêviyê didin, binêrin, hunê jî fêm bikin ew rûyên bi ken çi vedibêjin.

*Saziya Malbatên Şehîdan ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de erkeke girîng hilgirtiye ser milê xwe, piranî ji endamên dildar ên jin pêk tê. Têkîldarê mijarê jinên ku xebatê saziyê rêvedibin diyar kirin ku ew hêza xwe ji şervanên ku di çaperande berxwedidin digrin û gotin heya dawî ew ê xwedî li kedê şervanan derên.

*Ji ber polîtîkayê hikûmeta AKP'ê di meha remezanê de jî welatî li bajarên Kurdistanê dijîn rastî tundiyê dewletê tên. Jinên Wanê bertek nîşanî mudexeleyê polîsan dan û wiha gotin "Hikûmeta AKP'ê qaşo parastina Îslamiyetê dike. Gava ku gelê Kurd dibin mijarê gotinê, mafê xwe dibînin di saetê fitarê de jî mudaxele bikin."

* Şervanên YPJ'ê Pêngava Rizgarkirina Bakûrê Reqayê û Hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ku rizgariya Minbicê hedef dike, wek pêngava rizgariya gelan pênase kirin.

*Pêngava azadkirina Mînbîcê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Di nav de jin û zarok jî hebûn bi sedan kes ji aliyê şervanên meclîsê ve derbasî qadên bi ewle bûn. Mînbîciyî, şervanan qet tenê nahêlin û li bende azadkirina xaka xwe ne.

*Li navçeya Cizîrê piştî êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê polîkayên hilweşandina bajêr didome. Dayika bi navê Feyruz Bagana (42) ya mala wê ji dê were hilweşandin diyar kir ku ew naxwazin mala wan ji aliyê dewletê ve bê xirakirin û wiha got: “Mala me saxlame. Dewlet bi zorê mala me xira dike. Çi dibe bila bibe jî em nahêlin dewlet mala me xira bike.”

*Jiyan Yilmaz ya di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, wek navê xwe bibû navê jiyanê li kolanên teng yên Sûrê. Cenazeyê Jiyanê 3 meh şûnde ji goristana bê kesanhat girtin û ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin. Xwişka Jiyanê got: “lêgerînerên heqîqet û azaiyê ne bêkesin.”

*Hevseroka OHD’ê Banu Guvener diyar kir k udi 22’ê Hezîranê de doza parêzer Ayşe Acinikli tê dîtin û tê gotin ku Ayşeyê di serdana muvekîlên xwe ya girtîgehê de têkildarî daxwazên wan de nîşe biriye û aniye. Banu got ev peywireke parêzeriyê ye û got di destê darazê de têkildarî Ayşeyê de ti delîlek şênber tine û got dosya ji aliyê dadgerên bi şaîbe ve hatiye amadekirin.”