‘Em nahêlin dewlet mala me xira bike’

09:07

JINHA

ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê piştî êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê polîkayên hilweşandina bajêr didome. Dayika bi navê Feyruz Bagana (42) ya mala wê ji dê were hilweşandin diyar kir ku ew naxwazin mala wan ji aliyê dewletê ve bê xirakirin û wiha got: “Mala me saxlame. Dewlet bi zorê mala me xira dike. Çi dibe bila bibe jî em nahêlin dewlet mala me xira bike.”

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê di bin navê "Îstimlaqa lezgîn" û bi hinceta "Qada bi risk" xaniyên xira dikin. Hêzên dewletê ku taxa Cudî hilweşandin, niha jî li taxa Nûrê xaniyan xira dikin û di bin çavdêrî, qontrol û dorpêça polîs û leşkeran de xaniyan xira dikin û talan dikin. Li taxê gelek mal bi xetereya hilweşandinê re rû bi rû ne. Her wiha li gelek taxan bi şopên teodolît û metreyan li hin cihan şop hatin danîn û ev cih tên parselkirin. Welatiyên li Taxa Nûrê jî bertekê nîşanê biryara "îstimlaqa lezgîn" û xira kirina xaniyan dan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Dayîka 7 zarokan ya li kolana Manolyayê rûdine Feyruz Bagana (42) diyar kir ku ew naxwazin mala wan ji aliyê dewletê ve bê xirakirin û wiha domand: “Mala me tû zirar nedîtiye, kolona avahiyê jî tiştek neqewimiye û tû diwarê malan jî xira nebûye. Dewlet li ser me neheqî pêk tîne. Em naxwazin mala me bê xira kirin. Em niha bînayê de 40 kes zêdetir rû dinin û jiyana xwe didomînin. Ew werin mala me li ser me de jî xira bikin, em dernakevin. Ev 3 sala me bînaya xwe ava kirî. Bînayek nû ye û hê jî deynê me heye. Çi dibe bila bibe emê nahêlin dewlet mala me xira bike.”

‘Em mala xwe bernadin’

Feyruz anî ziman ku ew di dema qedexeya derketinê kolanan de 23 roj li Cizîrê mane û wiha berdewam kir: “Em bi dengê tanq û topan neçar man û derketin. Ji aliyê Qeymeqamtiyê ve sê ango çar kes hatin û deste wan de metre hebû. Hatin gotin emê werin û mala we xira bikin. Em mala xwe bernadin. Ji ber ku tiştek mala me ne hatiye.”

‘Em ji dewletê tiştek naxwazin’

Dayika bi navê Sorê Uca jî dema hêzên dewletê bikepçê hatin ber mala wan wiha anî ziman: “Hatin ber derî ji me re gotin ‘derkevin mala we xiradikin’. Me jî ji wan re got ku mala me saxlam e. Hûn di ser me de malê xira jî bikin, em dernakevin. Mala saxlam ji bo çi xira dikin. Dewlet li ser me zilmek mezin pêk tine. Ew çi bikin bila bikin jî em ji mala xwe dernakevin. Em çûn me serlêdanê her derê kir. Em ji dewletê tiştek naxwazin. Bila mala me jî xira nekin, zarokê min hê jî biçuk in.”

(kom/ozp/zt)