Kumru Başer: Bedelê herî giran medya ya kurdan dide

13:32

JINHA

STENBOL - Rojnameger Kumru Başer a ku tevlî kampanyaya "Nobedariya Gerînendeya Giştî" bû balê kişand ser zextên li hemberî kesên tevlî kampanyayê bûne û got "Ev jî nîşan dide ku em di riya rast de ne."

Kampanyaya "Nobederiya Gerînendeya Giştî" ya ji bo hevgirtina bi Rojnameya Ozgur Gundemê re hatî destpêkirin di roja 44'emîn de didome. Îro jî erka nobedariyê rojnameger Kumru Başer girt ser xwe. Kumru a ku tevlî civîna rojevê ya rojnameyê bû, mijarên di rojevê de nirxand û peyamên hevgirtinê dan. Kumru destnîşan kir ku 40 sal in rojnamegeriyê dike û li Tirkiyeyê tu caran çapemenî di heyameke ewqas giran re derbas nebûye.

Kumru diyar kir ku bi taybet bi destpêkirina şer re êrîşên li hemberî çapemeniya Kurd zêde bûne û got "Hevalên me yên di qadên şer de dixebitin bi zextên giran re rû bi rû ne. Her ku diçin nûçeyê, azadiya xwe û jiyana xwe dixin xetereyê." Kumru bibîrxist ku beriya niha jî li Kurdistanê kampanyaya Nobeta Nûçeyan dabûn destpêkirin û wiha berdewam kir: "Nobeta ji bo Ozgur Gundemê jî parçeyek vê ferasetê ye û gelek girîng e. Divê hevgirtin bê mezinkirin û berdewam kirin."

Kumru di dawiya nirxandina xwe de balê kişand ser zextên li kesên ku tevlî kampanyayê bûne û wiha got: "Ev jî nîşan dide ku em di riya rast de ne. Em tiştê rast dikin û divê em vê berdewam bikin."

(zt)