Zeviyên Nisêbînê jî dişewitînin
15:56
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê yên li navenda Nisêbînê bi hezaran mal şewitandin bi hezaran donim erdên derdora navçeyê jî didin ber agir.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hêzên dewletê li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynelabîdîn û Kişlayê malên welatiyan talan dikin û dişewitînin. Li navçeyê ku nêzî 10 hezar mal û kargeh hatin şewitandin her wiha zeviyên çandiniyê jî tên tunekirin. Hate zanîn ku hêzên dewletê ji roja Duşemê ve ye zeviyên welatiyan jî didin ber agir û heya niha bi hezaran donim erd hatiye şewitandin. Hate ragihandin ku zeviyên li gundê Çaglê, Kertwênê, qûntara Çiyayê Bagokê û zeviyên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê ji aliyê leşkeran ve hatine şewitandin.
Her wiha ji ber şewata li gundê Nergizlokê jî qada serayê bi temamî şewitiye.
(zt)