Li Şirnexê 5 cenaze bi korsanî definkirin

08:04

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê cenazeyên 5 kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bêyî agahiya malbatan li gundê Tehlabî bi korsanî definkirin.

Li Şirnexê cenazeyê 5 kesên ku di êrîşên qirkirinê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bêyî agahiya malbatan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin wergirtin. Cenazeyên ku bi biryara Walîtiya Şirnexê ji nexweşxaneyê hatin wergirtin li gundê Tehlabiyê bi awayeke korsanî hatin definkirin.

(zt)