ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Têkîldarê serkeftinên şoreşa Rojava û pêşveçûna jinan di nava vê şoreşê de, endama Rêveberiya Kongra Star Sara Ibrahîm a ji pêkhateya Ereb got, "Jin mînaka berxwedan û têkoşînê ne."
*Endamên Rêxistina Alîkariyê û Pêşxistinê ya Kantona Cizîrê Rûken Hesen diyar kirin ku hêviyeke wan pir mezin ku herêmên Minbic, Reqa û paşê jî Cerablûs ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe û gotin "Ez di wê baweriyê de me ku dê bi hêz û vîna jinan Reqa, Minbic û Cerablûs ji çeteyan re bibe goristan."
*Xebatkarên jin yên şaredariyê ku li kantona Cizîrê hatin cem hev ji aboriyê heta rêxistibûnê gelek mijar nîqaş kirin û di mijara projeyên hevpar de biryarên girîng girtin. Ji Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Cizîrê Delal Qamişlo diyar kir ku armanca wan eve ku aboriya hevpar a jinan ava bike.
* Jinên ku çanda hunerê didin jîndin diyar kirin ku armanca wan hunera destan gihandina pêşarojê ye û wiha gotin, "Kevneşopiya me yek ji beşa çanda me ye ku me ji çandên din cuda dike. Jina Kurd jî di parastina kevneşopiyê de xwedî bandor e û wê derbasê nifşên pêşerojê jî dike."
*Di balara Pegasus ku ji Stenbolê diçû Amedê, bi hincet aku erziye teknîkî heye nêzî 100 rêwî di balafirê de girtî hatin hiştin. Rêwiyê ku bertek nîşanê vê da got: “Di balafirê de jinên ducanî, mirovên bi rojî, extiyar,zarok, nexweşên din û astimê hebûn. Hewl dan rêwiyan dîsa li balafiran bi erize siwar bikin. Bêdengî tê wateya karasetên nû.” Rêwistiyan got wê têkildarî fîrmaya ku hîna daxuyaniyek jî nedane, gilî bikin.
*Fatma Polat ya 75 salî ku di temenê zarokatiyê de hat zewicandin, jia liyê hevjîn û malbata wî ve bi salan rastî şîdetê hat. Fatmaya ku ji bo zarokên xwe çû cihên dûr xebitî, ji ber bi Kurdî axivî rastî şîdeta psîkolojîk û newekheviyê hat.
*Bi boneya 18. salvegera bîranîna Sema Yuce, Fermandara YPJ'ê Têkoşîn Abay nirxandin kir û wiha got, "Şehadeta heval Sema xelekeke girîng a dîroka azadiya jinê ye."