Li Şirnexê binçavkirin didomin

12:12

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê li gel êrîşên tevkujiyê operasyonên qirkirina siyasî jî didomin. Rêvebirê HDP'ê Agît Yîgît û hevjîna wî Seyran Yîgît di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.

Li Şirnexê ku dorpêç û êrîşên tevkujiyê 94 roj in bênavber didome, li gel pêkanînên komkujiyê operasyonên qirkirina siyasî jî didomin. Beriya niha jî hatibû îddiakirin ku li bajêr bi hevkariya polîs û dozger lîsteyek navan a ji 200 kesan hatiye amadekirin û welatî li gor vê lîsteyê tên binçavkirin. Her dawî jî Hevserokê Navçeya Navendê yê HDP'a Şirnexê Agît Yîgît û hevjîna wî Seyran Yîgît di serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Her du welatî birin Miduriyeta Emniyetê ya Silopiyê.

(rc)