Cezayê pere dan 7 jinên xwestin biçin Nisêbînê
17:15
JINHA
MÊRDÎN - 7 jinên xwestin biçin taxên Nisêbînê yên ku hêj qedexe lê didome, bi 160 TL cezayê pera hatin cezakirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya ku di 14'ê Adarê de hatibû îşankirin, hêj berdewam dike. Taxên wekî Zeynelabîdîn û Kanîka yên ku xwerêveberiyên cewherî lê hatibûn îşankirin, piştî pevçûnên bi mehan, 7 jinên ku xwestin rewşa taxê bişopînin û li avahiyên xwe yên ku ev 95 roj in nedîtine, mêze kin, bi veşarî ketin taxê hatin binçavkirin.
Jinên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê. Jinên ku li vir îfadeya wan hat girtin, cezayê 160 TL li wan hat birîn û piştra hatin berdan.
(zt)