ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêwîtiya koçerên êla menguran ji deşt û germyanan ber bi qontarên Çiyayê Qendîlê ve.
*Jinên gundê Bayê ji niha de ji bo zivistanê dest bi çêkirina goran kirine. Jin goreyên nexşîn ên gelek sîmgeyên kevnare li ser tên nexişandin çêdikin.
*Jinên Surê li hember polîtîqayên ku dewlet li Surê dide meşandin axivîn û bertek nîşanî daxwuyaniyên ku ji bo Surê tên kirin dan. Jina gotin ku ew Surê bernadin û naçin tu deverên din.
*ina Ereb ya bi navê Bûşra Nîfo mamosteya zimanê Kurdî ye û xwendevanên Kurd perwerde dike. Bûşra got, "Dema em li zimenekê mêzedikin û taybetmendiyên wî zimanî nasdikin, em rastîya wî gelî jî bêtir dinasin. Ziman di encam de nasname û hebûna gelan e. Bi rêya ziman em hebûna gelan a bi hezar salan zindî dikin."
*Ji ber girtina cihê şêwirmendiya gel Komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev bertek zêde dibin. Hevseroka navçeya DBP'a Rezan Arzu Karaman got: "Bê xwestin emê mal bi mal bigerin."
*Kongreya Star di çarçoveya Kampanya Îmzeya bi navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' bi partiyan re hevdîtin kir.