Jinan bi tilîliyan Şehriban oxirkirin

10:40

JINHA

ÊLIH - Endama KJA yê Şehriban Altunişik a ku li Şirnexê di berxwedana rêveberiyên xwecihî de jiyana xwe jidest dayî li Êlihê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat definkirin. Di merasîma cenaze de Berdevka KJA yê Ayla Akat got: "Ya ku îro di merasîma cenaze de em gihandin hev, îdiaya me ya azadiyê ye. Piştî Sêvê û Berjîn Şehriban jiyankir, dê ji niha û şin de jî Şehrîban bijîn."

Endama KJA yê Şehriban Altunişik a ku li Şirnexê di berxwedana rêveberiyên xwecihî de jiyana xwe jidest dayî li Êlihê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat definkirin. Cenazê Şehriban a ku ji ATK a li Deriyê Xabûr ê Silopiya demî hatî danîn girtin û bi tevlîbûna jinan ber bi Êlihê ve şandin. Cenazê Şehriban derengiya şevê li Tesisata Bêhinvedanê ya Alican a Êlihê ji aliyê hezaran ve hat pêşewazîkirin. Bi sedan wesayîtên tevlî konvoyêbûn cenazê Şehriban birin Goristana Asri û li gorî wacîbeyên olî ser goristanê toren hat kirin. Di merasîma cenaze de Hevseroka DBP'ê ya Giştî Sebahat Tuncel, Berdevka KJA ya demî Ayla Akat, Parlementerên HDP'ê Saadet Becerikli, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ali Aslan, Besime Konca, Dilek Ocalan, rêveberên DBP û HDP'ê û têkela KJA yê bi hezaran welatî amadebûn. Di merasîmê de girseyê bi lorîn û tilîliyan li gel diruşmên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Şirnexê" bilind kirin. Merasîma cenaze bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir.

'Ezê di şopa keça xwe de bimeşim û şopdara wê bim'

Di merasîma cenaze de despêkê dayika Şehriban Turkan Altunişik axivî û got: "Şehriban tenê ne keça min e, ew keça Kurdisanê ye û şehîda Kurdistanê ye. Ezê her dem di rêya keça xwe de bim û şopdara wê bim. Ez ji rêya Şehriban, şehîdan û gerilayan dernakevim. Bila serê kurdan, Kurdistanê û Rêber Apo saxbe."

Ayla Akat jî da zanîn ku daxwaza rêveberiyên xwecihî siyasiye, Şehriban jî bi vê baweriyê têkoşiya û wiha domand: "Me roja ewil got; jinên kurd roja ewil gotin, dema wan li wê kuçeyê bi awayekjî dirêj kirî dayika Taybet dîtin, dema li Nisêbînê wan li ser merdewana Selameta bi ducanî dîtin, dema dayika me li morga Şirnexê Şehrîban tevî 50 ciwanî dît, çi hîs kiribin hîsa jina kurd jî ew e. Em ew jin in ku ne ji bo binçavkirinan, ne ji bo girtinan, di mirinê de jî tilîliyan dikêşin. Hêzên ku li hemberî me şer dikin bi vê dizanin. Niha ew hemû hêz bûn yek û li gel hev in. Çawa li parlementoyê tên gel hev, divê hêzên li derveyî palementoyê jî di dema azadiya kurdan, wekheviya kurdan de bên gel hev. Ya ku li me dikeve jî yekîtî ye, yekparebûn e."

Piştî axaftinan cenazeyê Şehrîban ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û bi dirûşmeyan heta gorê hat veguhastin. Di dema definkirinê de dayika Şehrîban, li tepsiyeke ku bi kesk, sor û zer xemilandî hine çêkir û hine li wêneyên Şehrîbanê kir. Cenaze bi tilîlî û dirûşmeyan hat definkirin. Pışti defınkırınê dayika Şehriban kêliyekê gora keça xwe hembêz kir.

Merasîm bi xwendina diayan dawî bû.

(zt)