ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêvebera Komîna Şehîd Arjîn a bajarê Til Temir Dilşa Yûnis qala girîngiya perwerdehiyên ku di binesaziya komînan de tê dayîn kir û wiha got, "Di xebatên perwerdekirina komînan de waneyên çand û exlaq, girîngiya perwerdê, dîroka jinê, şaristaniya demoqratîk, jineolojî û şerê taybet tên dayîn. Armanc ji van perwedeyan ew e ku mirov rastiya dîroka ku hatiye veşartin û windakirin careke din derxin holê û zindî bike."
*Hevseroka Desteya Karûbarên Şehîdan a girêdayî Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Fatma Tahir tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got, "Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo napejrînin."
*Rêvebera Komîna Şehîd Şîlan Sîham Bîlal têkîldarê êrîşên çeteyên Opozisyona Sûriyê ên ser Şêx Meqsûd nirxand û got, "Çiqas êrîşên hov bi ser me de bînin jî, her em ê bi rûhê têkoşînê li ber xwe bidin."
* Li Wanê Şaxa Komaleya Rojava pîştî qedexeya 79 rojan ya li Geverê hatî rakirin dest bi xebatên înşakirinê kirin. Xebatkarên dildar ên Komaleyê diyar kirin ku divê welatiyên Wanê li hember gelên ku ji ber êrîşan neçarî koçberiyê bûne bi hesasî tevbigerin û gotin, "Em bi hevre birînên gelên Geverê derman bikin."