Rêxistina jinên Rojava daxuyaniyek hevpar dan

15:52

JINHA

QAMIŞLO- Kongreya Star, rêxistin û baskên jinan ên partiyên siyasî, bi daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî girtina buroya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) şemezar kirin.

Kongra Star, rêxistin û baskên jinan ên partiyên siyasî wek; Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star, baskên jinê yên Partiya Kombûna Niştîmanî, Partiya Aştîya Demokratîk Kurd Sûriyê, Partiya Demokratî Sûriyê, Partiya Çep a Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Lîberal a Kurd û Partiya Guhertina a Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş serdegirtina Buroya Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) ya ku ji aliyê PDK'ê ve hatî pêk anîn bi tundî hat şermezar kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya hevbeş de wiha hat gotin, "Jina Kurd gelek serkeftinên mezin bi pêşketin û bûyerên li qada navnetewî bidesxistine, bi vê serkeftinê re hêz û vîna wê ya azad jî diyar û eşkere ye. Her wiha di qada dîplomatîk de jî karî serkeftinên mezin û pîroz bidest bixîne û roleke giring bi rêya buroyên xwe yên dîplomatîk lîstiye. Yek ji van rêxistina jî Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) e. REPAK gavên girîng di warê têkilî û danûstandinên bi tevahî rêxistinên jinan re avêtiye. Ji ber pêşketin û serkeftinên ku bidest xistiye, PDK'ê bi nêzîkatiyên cuda cuda xwest ku van destkeftiyan vala derxe. Ji ber wê di 5'ê Hezîranê de êrîşî buroyê kir, mohr li deriyê wê xist û girt. Em wekî rêxistinên jinan û baskên jinan di nav partiye siyasî de vê kiryara PDK'ê şermezar dikin û dixwazin derhal deriye buroyê were vekirin. Divê ji bîr neçe ku êrîşkirina rêxistinên jinan tê wateya êrîşa li ser vîna tevahî jinan."

Di dawiyê de banga bilindkirina têkoşîna azadiyê li jinan hat kirin.

(hs/rc)