ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Rêvebira Kongra Star a Kantona Kobanê Rûken Ehmed li ser pêşketinên li Rojava, rola jin di avabûna yekbûna gelan de û êrîşên li ser gelê Kurd nirxandinên girîng kir û diyar kir ku gelê Kurd û bi taybet gelê Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek girîng re derbas dibin.

*Ji ber pirsgirêka dorpêça li ser Kantona Efrînê herî zêde zarokên astengdar bi awayeke neyînî bandor dibin. Dayikên zarokên astengdar têkîldarê rewş û derûniyê zarokên xwe axivîn û wiha gotin, "Ji ber şert û mercên şer em nikarin zarokên xwe derman bikin."

*Sekretera Şaxa ÎHD'a Wanê Ozlem Altun diyar kir ku penaber ji ber travmayên şer welatê xwe dihêlin û tên, li welatên dinê jî rastî bêmafiyan tên û got: "Yekîtiya Ewrupa li gel Tirkiyê li cihê pirsgirêkê çareser bikin, rewşa penaberan dikin mijara bazarê."

*Her diçe jimara jinên li Minbicê azad dibin, rengê dîlgirtinê bi çarikên reş re di avêjin û bi kincên renga reng dikevin nava jiyana nû. Jinên aliyê Tirkiyê jî diyar kirin ku azadiya jinên Minbicê wan dixe nava kelecanê.