ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hevseroka Meclisa Gel a Suriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, hevkariya AKP û DAIŞ'ê nirxand û got: "AKP polîtîkaya xwe ya qirêj û têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re berdewam dike. Lê êdî jin û gelên Rojhilata Navîn dê hesabê ji dewletan bixwazin. Yan dê AKP dest ji van polîtîkayên xwe yên şerê taybet, înkar û îmhayê berde yan jî dê têk biçe."
*Rêbera şer û kedê Clara Zetkîn, ala têkoşînê dewrê jinên li pey xwe kir û got ‘li her derê ku jiyan hebe dixwazim şer bikim’.Jinên ku ev gotin bi Clarayê da gotin, mafên wan yên jiyan, xebat û şerkirinê çêbû. Jinan bi soza ku ji Clarayê girtin li her derê jiyanê şer dikin.
*Bi armanca hêzdarkirina xebatên Têkela Jinn HDK'ê li Edeneyê Meclisa Jinên HDK'ê hat avakirin. Di 23'ê hezîranê de bi diruşma "Şekir û nanê xwe bigire û were" dê şêwirmendiya bi gelê Geverê re zêdebikin. Endama Meclisa Jinên HDK'ê Derya Çiçek diyar kir ku Sêvê û Şehribanên li qadên rêveberiyên xwecihî jiyana xwe ji dest dan sîmgeyên jinan in.
* Li Colemêrgê Gola Zewiyan ji ber bêtebiriyê her diçe ava wê kêm dibe û ber bi ziwabûnê ve diçe.
*Li Taxê Xaçortê ya rêya Armûşê polîsan bi dozeran darê baxçeyê welatiyan ji kokê hildike. Jinên li hember vê yekê bertekê xwe anîn ziman û wiha gotin, "Dewlet bi zanabûn êrîşê me dike, armancê wan axê bi me dane terk kirine. Ji ber ku dixwazin herêmê valabikin û xwezayê tune bikin. Lê divê bê zanîn em ê tu caran axê xwe terk nekin."
*Bi hezaran koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê berê xwe didin Kantona Efrînê. Jinên koçber gotin, "Çeteyan xizmên me qetilkirin. Em neçarê koçberiyê kirin. Ji bo zarok û jinan her roj îşkence bû. Ez ji şervanên azadiyê yên PKK'ê û YBŞ-YJŞ hêvî dikim ku berê xwe bidin Mûsûlê jî û wek ku Şengal çawa rizgar kirin, bila Mûsulê jî paqij bikin."
*Aktivista İtalyan Lucia Giusti ya ku çu Cizîrê çavdêriyên xwe anî ziman û tiştên li wê hatin jiyandin weke 'qirkirina nijadî' binav kir. Lucia got: "Em bi jinên ku zarok û hevjînê wan di jêrzemînan de hatin şewitandin re axivîn. Bajar hatiye xirakirin û şewitandin. Ev qirkirina nijadiye."
*Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku di êrîşên Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, beriya bê qetilkirin li Şirnexê tax bi tax geriyaye û şanoya ji bo jinan amade kiriye lîstiye. Şehrîbanê soza wê di rêya Sêvê, Pakîze û Fatmayê ku li Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, bişeme da û nîşan dide ku şoreş nêze.