Di qezaya li Xarpêtê derket de 8 kesan jiyana xwe ji dest da

12:20

JINHA

XARPÊT - Li Xarpêtê trena rêwiyan û minîbus li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li Xarpêtê trena rêwiyan ku sefera Enqere- Tetwan dikir li derdora riya berê a Çewlikê û bajaroka Seralar bi minîbusekê li hev qelîpîn. Li gor agahiyên destpêkê di qezayê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê hatin cihê buyerê. Hê jî xebatên xelaskirina ji bo welatiyan berdewam dike.

(zt)