ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Meryem Mistefa yek ji wan jinan e ku çeteyên DAIŞ'ê jana wendakirina zarokên wê pê daye jiyandin. Çavên Meryemê li zarokên xwe digere û hîna jî li benda agahiyekê ye.

* Li Erziromê xwişkên bi navê S. D. û Y.D ku cot zayend dijîn, psîkolojiya ku bi salane dijîn ji ajansa me re parvekirin. S.ê diyar kir ku di alî fîzîkî de di pêvajoyek zehmet de derbas dibin û got ew dixwazin wek jin bijîn.

*Berhemên Kapîtalîzmê bi qasî ku helandina çanda civakan pêş dixîne, bi xwe re pirsgirêkên tendûrustiyê jî tîne. Endama Çand û Huner a bajarê Til Temir Rîma Dawê têkîldarê mijarê nirxandin kir û wiha got, "Em dixwazin jinên ciwan teşwîqê çanda kurdî bikin, cilûbergên kurdî li xwe bikin. Pêwîst dike em jinên ciwan bi zanbûn tevbigerin û xwedî li çanda xwe derkevin. Çanda mirov nasnama mirov e. Cilûberg jî beşek ji çandê ye ku em ê bi zanebûneke rast nêzîk bibin."

*Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 1'ê Gulanê de tîmên taybet gerîlayê HPG'ê Mahmut Çar (Cîgerxwîn Serhat) li malek înfazkir û welatiyên bi navê Adil Gur, Keser Gur, M.G. (16) û Abdî Aslan ên ku hemû astengdarên fîzîkî û mejî ne hatin girtin. Malbatê li hember girtinê nerazîbûn nîşan da û wiha gotin, "Ji ber em kurdin dewletê ewqas zilm li me dike. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin."

* Polîsên êrîşê gelê ku li dijî dagirkirina Sûrê daketin kolanan kir, di 22’ê Kanûna 2015’an de li Seyrantepeyê Şiyar Baran yê 16 salî ji wesayîta tîpa ranger bi gulebarankirinê qetil kirin. Ji wê rojê û heta niha kujerên Şiyar nehatin darizandin. Şiyar li pey xwe dayik, bira û hevalên xwe ku gelek jê hez dikirin hişt.

*Feysel Ebû Leyla (Feysel Sedûn) fermandarê ku di jiyanê de bi hevalheziya xwe, di şer de jî bi berxwedanî û lehengiya xwe dihate nasîn, taybetiyê wî yên din jî me ji devê hevjîna wî guhdar kir. Hevjîna wî qala girêdana Feysel Ebû Leyla bi têkoşînê kir û zarokan kir û wiha got, "Feysel dixwest ji zarokên xwe re pêşerojek azad avabike."

*Jina Lubnanî Viyan Ehmeda ku tevlî hêzên HPC-JIN bûye got, "Ji ber ez rastiya şoreşa Rojava nas dikim û kesên fedekar di nav de li ser fikir û felsefeya Rêberê Apo li çavkaniya mirovahiyê digerin, ji bo wê ez tevlî HPC-JIN'ê bûm."

*Jinên ku bi zorê ji bajarê di dîroka Kurdistanê de navê xwe weke bajarê berxwedanê hêlayî hatin derxistin gotin: "Emê Nisêbînê ji nû ve avabikin."