ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Apê Musa li bajarê kaçaxê, berxwedanê, warê Apê Musa Nisêbînê 101 roj berê carek din qêriya û got: “Ji kurdan re berxwedan ma.” Ev gotin li kolanan deng da û dîrokek nû hat nivîsin. Divê li Nisêbînê niha navê her kolanekê nû bê dayîn, ji bo bîranîna bedenan. Kî dizane belkî jî divê helbest bên nivîsin û li pey zarokên mirin, kulma xwe rakin û bêjin ‘ew zarok nemiriye.’
*Sifreyên li Dij Bombeyan li dijî îsraf, mêtîngeriya xweza û sewalan, xizaniyê, bermahiyên xurekê dikarin bên xwarin dinirxînin û xwarinê çêdikin û bê pere didin mirovan. Li Îzmîrê cara 4’emîn li Alsancakê sifreya piştevaniyê hat avakirin. Aktîvîst Hazal Akpinar jî armanca têkoşîna ku didin ji JINHA’yê re vegot.
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê êrîş û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê nirxand û got kesên dixwazin li Rojhilata Navîn pergalek nû ava dikin divê Kurdan jî bibînin û got kesên berê polîtîkaya wan ya Iraq û Sûriyê hebû divê niha polîtîkaya Kurdistanê jî bigirin rojeva xwe.
*Xebatkara Sendikaya Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê Oya Baydak berxwedana ku piştî dawî anîna karê xwedayî despêkirin li ber Navenda Giştiya Genel-Îş'ê 350 rojin berdewam dike. Oya ya ku ji bo cardin karê xwe girtinê têkoşînê dike got: "Ev bi qasî 3 meh û nîvane hîna bi îsrar min nagirin kar. Biriyarên dadgehê naxin meriyetê. Ji valehiya qanunî sudê digirin û biriyarên ku hene naxin meriyetê. Bi giştî hêzek qebe ya bi rêbazên mafya heye."
*Jina Aşûrî Xemê Serkîs Danyal li hember koçberiyê bi gotina 'Ez ê dev ji axê xwe bernedim' bertekê xwe tîne ziman û wiha got, "Ez tu ferq û cûdahiyê di navbera xwe û jinên Kurd an jî Ereb de nabînim. Em piştgirî didin hev, zimanê hev fêr dibin. Lewre em ê li ser axa xwe bijîn û bibin mînaka jiyana hevbeş û komînal."
*Bi armanca danasîna dewreya 'Şehîdên Meha Gulanê' ya ku di binesaziya Akademiya Raman a Star ya ku di 30'ê Gulanê de hatî dest pêkirin, me şopand û têkîldarê rêveçûna perwerdê me mikrofona xwe dirêj endamên akedemiyê kir.
* Hunera Karê Destan ji bo jinan êdî dibe yek ji derfetên aboriyê jî û pê debara xwe dikin. Rûken Mihemed têkîldarê hunera karê destan got, "Ez bi şûna li malê rûnim û tiştekê nekim, bi çêkirina hunera destan re afrineriya min pêşdikeve û bi vî aweyî piştgirî didim malbatê."
*Jina Ereb ya koçber Sebah Abdulah ji bo dermankirina kurê xwe derbasî Efrînê bûye û daxwaza alîkariyê kir û wiha got, "Ez ji bo dermankirina kurê xwe hatime Efrînê, ez bang li rêxistinên mafê mirovan dikim ku alîkariyê bi me re bikin."
*Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Kobanê têk çûn, di 25'ê Hezîrana 2015'an de gundê Berxwedan a Kobanê hedef girtin û bêy ku bêjin zarok, jin, ciwan û pîr 28 sivîl qetilkirin. Şahîdên ku di 1. salvegera komkujiyê de hem bal kişandin ser berxwedana jinan hem jî soza tolhildanê nûkirin.