'Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî polîtîkaya PDK'ê şiyarbin'
10:09
JINHA
ŞENGAL - Meclisa Jinên Şengalê girêdayî polîtîkaya PDK ser jinan dimeşîne daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bang li hemu rêxistinê jinan yên Başurê Kurdîstanê dikin li hember nêzîkatiyên PDK'ê ku ji bo siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin jinan dikin amur, divê hestiyar bibin."
Meclisa Jinên Şengalê di derbarê polîtîkayên PDK'ê yên ser jinan daxuyaniyek nivîskî belavkirin. Daxuyanî wihaye: "Di vê dema ku em nêzî salvegera fermana 74'an a li ser ol, dîrok, çand, jin û zarokên Êzîdxanê hatiye dibin, birînên me wekî jin carekî din di van rojan de vedibin. Ji ber bi hezaran jin û zarokên Êzîdxanê hina jî di bin rehma hovîtîya çeteyên DAIŞ'ê de tên girtin. Bi taybet berî demekî di destpêka rojiya remazanê de 19 jin û zarokên Şengalê bi agirê hovitiya DAIŞ'ê li ber çavê hemu mirovatiyê di qefesên hêsin de hatin şewitandin. Em vê bêdengiya li hember hovitiyê wekî erê kirinekî li hember qetilkirin, firotin û şewitandina keç û jinên Şengalê dibînin. Em wekî jin di vê demê de ji her demê zêdetir divê yek bin. Li hember faşîzma DAIŞ'ê ku bi aqilê mêrê zordar ê fermanê li ser jinan ferz dike, divê em êş û azara xwe bi hev re wekî jin derman bikin. ji bo derbas kirina vê êşê kar bikin."
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Di 20'ê mehê de jina bi navê Çinar Seat ku yek jî rêveberên PDK'ê ye, di kanala KNK'ê de ev fermana ser Êzîdxanê de hatiye wekî derfetekî dîtîye û wisa nirxandiye ku rê li pêşya jinên Êzîdî vekîrîye ji bo dengê wan bigehêje hemu cihanê. Çinar mînaka Nadya Murat da û got; 'Ger DAIŞ nebiya kesên wek Nadya Murat di nav raya gîştî ya cîhanê de nedîhat naskiri.' Em wek jinên Şengal û Êzîdxanê van daxuyanî û şîroveyên Çinar Seet rast nabînin ku jineke Kurd bibe berdevkê siyaseta qirêj ya li ser jinê dimeşîne a PDK ê. Hevkariya PDK'ê bi DAIŞ'ê re ser Şengalê ferman dan meşandin ji aliyê herkesî ve tê zanîn. PDK bi tenê hiştina civaka Şengalê ve hişt ku ewqas jin û zarok bikeve destê DAIŞ'ê û bu sebebek sereke yê sedsala 21'an bi destê DAIŞ'ê hovitiya li ser jinê bê meşandin.
Em dibêjin şuna ku em wek jin hevdu reş bikin, divê em hevdu bigrin û pêşbixin. Ti jin divê xwe neke hevalbendên DAIŞ'ê û hevkarên wan. Em wekî Meclîsa Jinên Şengalê ku îrade jin ya rêxistinî temsîl dikin, dixwazin Çinar Seat lêborîna xwe li ser vê nirxandina xwe ya bi zihniyeta mêr hatiye hunandin bi taybet ji Nadya Murat û hemu jinên Şengalê bixwaze.
Em bang li hemu rêxistinê jinan yên Başurê Kurdîstanê dikin li hember nêzîkatiyên PDK'ê ku ji bo siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin jinan dikin amur, divê hestiyar bibin.
Jin, ji kîjan hizbî, olî an jî girêdayê kijan saziyê be bila bibe dema mijar bû jin û êşên jin û zarokan divê li gor hest û nêrînên jin tevbigere û parastina nêrxên jinan bike. Li ser vê esasê divê em wek jin hevgirtin û yekdestiya xwe esas bigrin. Ne ku faşîzma bîrubaweriya mêran meşru bikin."
(zt)