ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:10

*Endama Rêvebira Meclîsa Zagonsaz Madlên Xemîs êrîşê çeteyan ya bi bombebarkirî li hember gelê Sûryan di 19'ê heyvê de li bajarê Qamişlo pêk hatî nirxand û wiha got, "Ev êrîş îflasa çeteyan li hember gelê Rojava nîşan dike."

* Rêvebira Mala Zarokên Bêkes Necah Ebdulrezaq diyar kir ku jin pêşengiya her qadê dike û xwedî li zarokên bêkes dertê û got, "Em hewl didin jiyana van zarokan hêsan bikin."

*Li ser navê Fatma Bozana ku di komkujiya gundê Berxwedan de hatî qetilkirin park hat vekirin û ser navê mamoste Pervîn û Rodî jî pirtûkxwane. Gelê Kobanê ên ku li pirtûkxane û parkê tên gel hev rûhê berxwedanvanên komkujiyê didin jiyandin û wiha dibêjin, "Jiyana nû a ku xeyalê wê dikirin em ê înşa bikin."

*Di encama êrîşên qirkirina nijadî yên li Kurdistanê hatî despêkirin de gelek mirov hatin qetilkirin, bajar hatin xirakirin û şewitandin. Jinên esnafên bajarê Mêrdînê yê bi dîroka xwe tênasîn jî ji şer bandorbûne. Di pêvajoya turîzim sekiniyî û esnaf bi protestokirinê derê dikanên xwe digirin li gel jinên esnaf axivîn.

*Qêrîna ‘Em lîseyên demokratîk dixwazin’ ya bi salan berê li Mûriyeta Polîsan a Manisayê hewl hat dayîn ku bê bêdengkirin, di danezana ciwanên lîseyê de ji nûve bilind dibe. 21 sal berê lîseyiyan bi şîrara ‘lîseya demokratîk’ têkoşîn meşandin û vê carê jî li dijî perwerdeya olî, tacîz û mufredata zayendperesst û nefretê serî hildidin.

* Endama Kolektîva Xwendekaran Meziyet Yildiz êrîş û zextên paşverû yên ODTU’yê ragîhand û got: “Li cihê ku zanist hebe cihê ti saziyên baweriyê tine. Em dest ji têkoşîna li dijî vê didin bernadin.Em bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û fîzîkî ODTU’yê wê li paşverûyan bikin zindan.”

*Endamên kooperatîfa ser bi Kongreya Star yekemîn berhemên bexçeyê xwe bi kêfxweşiyeke mezin rakirin. Jinan gotin, "Îro em berhemên keda xwe radikin û bila herkes zanibe ku jin dikarin jiyaneke komînal ava bikin."