Amurên şanoyê yên jinên girtî bûn delînên suc
10:23
Hezîran
23
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi boneya pêlîstoka çêkirîn derbarê 37 jinan de lêpirsîn da destpêkirin.
Zordariyên li girtîgehan li hemberî girtiyên siyasî tên meşandin, bi sedemên trajîkomîk berdewam dikin. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêlîstoka girtiyên jin ji bo lîstika şanoyê çêkirîn, bû sedema lêpirsînê. Midûriyeta girtîgehê dest danî ser pêlîstokê û derbarê 37 jinan de jî lêpirsîn vekir.
(kom/zt)