Hêzên YPJ/YPG û tîmên pispor 400 mayîn bê bandor kirin

14:09

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- YPG/YPJ'ê û tîmên pispor yê sabotajê îro 400 mayînên ku ji hêla çeteyên DAIŞ'ê li Mebrûka hatibû çandin, rakirin û li cihekî derveyî Mebrûka bê bandor kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê herêma Mebrûka ji xwe re kiribûn wekî biryargeheke leşkerî û ji wê derê êrîş bi ser Kantona Cizîrê pêk dianîn. Bi hemelya Şehîd Rûbar re şervanên YPG/YPJ'ê ew herêm ji çeteyan rizgarkirin, lê beriya ku çete ji herêmê birevin bi hezaran madeyên teqemeniyê li dû xwe hiştibûn. Hêzên pisporên sabotajê bi pêşengiya şervanên YPJ/YPG'ê ji bo paqijkirina herêmê pêvajoya keşfê dabûn destpêkirin. Hate hînbûn herî zêde jî li derdora santrala elektirîkê ya herêma Mebrûka gelek mayîn hatine dîtin. Şervanên YPG/YPJ'ê û tîmên Pispor yê Sabotajê 400 mayîn ku rakiribûn, îro li devereke dûrî Mebrûka bêbandor kirin.

'Ji bo ewlehiya gelê Kurd, Ereb û Aşûrî ye'

Şervana Tîmên Pispor Dîcle Serêkaniyê di derbarê vê xebatê agahî da û got, "Me wek tîmên pispor dest bi rakirina mayînên ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo gel û şervanan li herêmê bicih kiribûn, keşif kirin. Bi pêşengiya YPJ/YPG'ê em wan dertînin û niha jî em ê wan bêbandor bikin. Ev jî ji bo ku gelê Kurd, Ereb û Aşûr bi aramî bijîn, jiyaniye. Kar û xebatên me xweş derbas dibe kareke serkeftî ye. Ji bo çeteyan jî binkeftineke pir mezin e. Ev jî moral dide avakirin."

'HPC parastina herêmên mayînkirî dikin'

Fermandarê YPG'ê Tolhildan Serhed jî agahiyên xwe bi me re parve kir û got, "Dema ku hemelya Şehîd Rûbar destpê kir, herêma Mebrûka ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû. Beriya rizgarkirinah herêma Mebrûka çeteyên DAIŞ'ê dest bi çandina mayînan kirin. Wekî xetên sînor ji xwe re hilbijartibûn. Li gorî hejmara herê kêm nêzî hezar û 400 mayînan hatibûn çandin. Ev jî ji bo şervanan û ji bo gel jî xeteriyeke herî mezin e. Cihê ku hevalan mayîn jê rakirine hatine naskirin lê cihê ku hîn jî mayîn lê hene bi xetên sor hatin e nîşankirin wekî şeklê çar koşeyî. Di heman demê de jî şervanên HPC'ê parastina wê herêmê dikin. Mayînên ku me kom kirine 400 mayînin. Em ê van mayînan li ciheke vala bêbandor bikin."

Tolhildan anî ziman ku ew ji bo parastina gelê xwe her amade ne û wiha axivî, "Ji bo parastina gel ji mayînan û madyên teqemeniyê, ji bo bikarin azad bijîn û bi tirsekê nêzî herêmê nabin. Ev nêzî heyvekê ye ku tîmên sebotajê li ser rakirina mayînan radikin û hîn jî karê wan berdewam e."

(en/rc)