Jinên Rojhilat di derbarê Çinar Saad de kampanyaya îmzayan dan despêkirin
14:38
JINHA
NAVENDAN NÛÇEYAN - Di 20'ê mehê de rêvebera PDK'ê Çinar Saad di bernameyek a kanala KNN'ê de diyar kiribû ku bi saya çeteyên DAIŞ'ê jinên êzidî di raya giştî de hatin nasîn. Di derbarê van bêmafiyên Çinar Saad li jinên êzidî kirî de jinên Rojhilatê Kurdistanê kampanya ya îmzayan dan despêkirin. Heya niha gelek jina destnîşan avêtin binê kampaniyayê.
Di 20'ê mehê de jina bi navê Çinar Saad ku yek jî rêveberên PDK'ê ye, dema beşdarî bernameyek a kanala KNN'ê bû di axaftinên xwe de fermana ser Êzîdxanê de hatiye wekî derfetekî dîtîye û wisa nirxandiye ku rê li pêşya jinên Êzîdî vekîrîye ji bo dengê xwe bigihînin hemu cihanê. Çinar mînaka Nadya Murat da û got; "Ger DAIŞ nebiya kesên wek Nadya Murat di nav raya gîştî ya cîhanê de nedîhat naskiri."
Meclisa Jinên Şengalê jî bi daxuyaniyekê bersiva Çinar Seat da û got: "Em wek jinên Şengal û Êzîdxanê van daxuyanî û şîroveyên Çinar Saad rast nabînin ku jineke Kurd bibe berdevkê siyaseta qirêj ya li ser jinê dimeşîne a PDK ê. Hevkariya PDK'ê bi DAIŞ'ê re ser Şengalê ferman dan meşandin ji aliyê herkesî ve tê zanîn. PDK bi tenê hiştina civaka Şengalê ve hişt ku ewqas jin û zarok bikeve destê DAIŞ'ê û bu sebebek sereke yê sedsala 21'an bi destê DAIŞ'ê hovitiya li ser jinê bê meşandin."
Bi pêşengiya aktîvîstên rêxistinên jnên Rojhelatê Kurdistanê li hemeber polotîkayên PDK'ê û gotinên Çinar Seat yên bêmafî li jinên Êzidî kirî kampaniye ya îmzayan hat despêkirin. Jinan bi daxuyaniyekê sedema despêkirina kampanyaya xwe wiha anîn ziman: "Werin em dengê xwe bikin yek ji bo piştîvaniya bi jinên Êzdî re li hember her cureyên heqaretê bi êş û xebata dijwar a jinên Êzdî. 690 roj ser 3 yê tebaxa 2014 re derbz dibe ku Şengal bê parastin hat hiştin û bêy kû guleyekê bi teqandin Şengal teslîmî destê çeteyên DAIŞ'ê kirin. Jin û zilam, zarok û pîr tenê bi sucê Êzdî buyînê ketbûn ber nefreta DAIŞ’ê. Di van Rojên tarî de çemên xwînê bi kolanên bajêr û gundên Êzdiyan re di herkîn. Jin ji bo kole kirinê dihatin rêzkirin. Dayîk û zarok rastî îşkencê di hatin. Hezikirî bûn ku ji hev qut dibun. Pir û zar bûn bi lêvên zuha, tî û birçî gavên westiyayî, bedena bê hêz li pay xwe dikişandin. Wê demê bu bazarên frotina keçan dihat çêkirin."
Daxuyanî wiha berdewam dike:
"Di nav van 690 rojane de hindek ji wan jinên dîl ji dozexa DAIŞ'ê rizgar bûn û hilgrtin çekê û berê xwe dan rêka çiya. Hindek ji wan jî serpêhatiyên xwe ve dibêjin ku wîjdanê mirovan dihejê. Yek ji wan jî cesareta wê zêtir û îradeya wê hîn xwert û gavên wê hîn bilin bûn, welat bi welat, navend bi navendên deshilatan digeriya ji bo behsa van travmayan bike ku bi serê Êzdiyan hatine. Lê siyasetvanek li cihê xwe yê gerim li ser kursiya deshilat ji bo reva ji berpirsyariya partiya xwe ji van rojên tarî ku bi ser gelê Êzdî anîn radibe behsa qazanca ku Êzdiyan ji êrşên DAIŞ ê destxistye dike. Behsa nasandina wan bi cîhanê re dike, qaşo ew berê ne dihatin nasîn. Behsa qazanca Nadiya Murad dike ku hîn jî êşa komkujiya malbata wê kabusa şevên wê ye. Ku hîn jî êşa destdirêjiya hêza cahil giyanê wê dihejîne. Di bin siya deshilata nêr de dibêje: beriya êrişa DAIŞ ê civaka Êzdî jin ji ber hezkirnê di kuştin.
Wek şiyarî: qazanca jinên Êzdî di wêstgeya Jenosîdê sekiniye. Qazanca jinên Êzdî di komkujiya bi komî ya bav û bira û hevjîn û zarokên wan daye. Qazanca wan di êşa birînên wan de bû, di firotina keçikên ciwan di bazarên zilamên birçî bi çend dolaran ku têre xwarina danekî tejî nake. Qazancê jinên Êzdî di mirina ser rêkan de bû. Qazanca Êzdiyan çavên Ezîz bûn eger şervan nebuna wê qazancên zêdetir ji bi dest xistana.!
Xwe nexapînin dîrok nayê berovajî kirin. Berîkên tije û çekên giran nebûn para Êzdiyan, ne ji êş û zehmetyan ne ji berjewendîxwaziyê nebun hevkarê we, heya di rapora şanda mafan a Netewên Yekbuyî de ku hun adiz kirine hun û Êzdî nebûne hev sengerê yek û dû. Hun ji aliyekê suçdaryê ew jî ji aliyekê travmayan tên grtin.
Belkî kes berya Êrişê DAIŞ ê Nadya Murad nas ne dikir lê piştî gotinen ser jinên Êzdî Çinar Saad baş baş tê naskirin.
Berovajî nêrînên Çinar Saad an em bawerin ku Kurd bi hemu pêkhate û olanên xwe jî heya di mijara jin da jî ji Êzdiyan ne çêtirin.
Xwe kujiya kesayetan ne hunera her kesêye. Hunera van kesane ku di berjewendiya xwe û kursiya xwe dane wîjan sera wan nade. Êşa gotinên Çinar bi ser jinên Şengalê ew qasî kure bi tu behane û lêburînan nayê derbas kirin.
Em vê nameyê îmze dikin û hev xemiya xwe ji jinên hev nîştîmanê xwe yên Êzdî re dubare dikin. Em hemu nêrandinên bê pirensîp ên Çinar Saad, endama Rêveberiya partî demokratî kurdistanî Îraq, şermezar dikin, em piştîvaniya xwe bi Nadiya Murad û hewldanên wê re radigehînin."
Navnîşana sîteya kampanya têde hatî despêkirin https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=627305217416924&id=324381121042670 li benda destnîşanên jina ne.
Hinek ji kesên destnîşan avêtine binê nivîsa kampanyayê evin:
"Perwane Kerîmî, Fatme Kerîmî, Ferzane Celalî, Hawjîn Beqalî, Efsane Beheştîzade, Sumeye Rostempûr, Gona Seîd, Şehîn muhemmedî, Beyan Munferêd, Roza Huseyin Penahî, Mehîn Şukrolapûr, Zanyar Omranî, Kejal Nûrî, Sergul Hesenî, Nasr Fethî, Seher Dînarwend, Şeyda Muradî, Mehtab Yûsfî, Şîne Fayeq, Serşîn Qadrî, Vyan Bextyarî, Hîwa Ezîzî, Sebrî Behmenî û Mêhran Ehmedî ne."
(şb/zt)