ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Jinên li Efrînê kuçika xwe datînin, agirê bi êzingan vêdixin û xwarina xwe pê çêdikin. Jina bi navê Firyal Hisên got, "Dorpêç nikare jiyanê rawestîne, em ê her dem jiyanê biherikîn in."
* Berdevka Desteya Jinên Sûriyeya Azad Rojîn Remo, xebatên amadekariya Kongreya MSD-Jin nirxand. Rojî qala amadekariyên ku ji bo kongreyê tên kirin kir û got, "Xebatên amadekariya Kongreya MSD-Jin gihiştin asteke girîng. Tevahî jinên li Sûriyeyê divê xwedî li avakirina Sûriyeke demokratîk û federal derkevin û cihê xwe di vê xebatê de bigrin."
* Li gorî lêkolîneran Pirpar jibo serêş û êşên çavan başe û bandora wê ya qulipandina sefrayê heye. Heke li ser sorbûnên çerm û peçivînan bê danîn, wê arêşeyên wan hilîne. Heke bi şerabê ve bê tevlihevkirin û pê ser bê şûştin, wê edavên çermê serî û werimînên wê hilîne. Heke wek şûrûbê (şerbetê) bê vexwarin, wê arêşeyên edavbûnên kezebê hilîne, vereşandinên sefrayê bisekinîne û şehwetê kêm bike. Heke ava wê ya xurû bê vexwarin, wê edavên nav gurçikan biherîkîne û bavêje der. Êşên gurçik û mesane ji holê radike, birînên wan dikewîne, sotinên rehîman dadixe. Xwînbûna memikên bawesîrê dibire, heke bê qelandin û xwarin îshalê (virikê) dibire.
*Yek ji kesên li Cizîrê dîrok nivîsî Derya Karahan (Axîn Mahîr Dîcle) bû. Deryaya ku ji berxwedaneke demdirêj dihat, di mewziya dawî ya berxwedana Cizîrê de cih girt. Deryayê got: “Ez ji bo runiştinê nehatim vir. Li ku zilm hebe ji bo li wir cih bigirim hatim.” Peyama wê di berxwedana Cizîrê de li dijî polîtîkaya zilm û komkujiyê raweste da.
*Şefat Ehmetî û Kamel Ehmedî ku ji bajarê Mahabadê ya Îranê ji bo welîdîna zarokên xwe hatin Amedê, diyar kirin ku ew dixwazin zarokê wan li bajarê berxwedanê Amedê bê dinê û got: “Piştî welîdînê emê her tim bînin Amedê. Bila cihê ku lê ji dayik bûye nas bike. Amed cihê berxwedanê ye. Ez dixwazim kurê min jî bi vî rûhê mezin bibe.”
*Jinên Şengalê li hember raya giştiya cîhanê ku di dema şewitandina 19 jinên êzidî li Musilê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ji ber ku ew teslîm nebûn û dest ji baweriya xwe ber nedan ew şewitandin. Em wan Jin û zarokan hisab dikin şehîdên ola xwe ya pîroz. Em bi wan dayik û xuşkan serbilindin ku li ser rêya Ola xwe canê xwe feda kirin."
*Ji bo ji nû ve avakirina Geverê jinên Colemêrgê banga piştevaniyê kirin û gotin: "Pêdiviya gelê Geverê bi alîkariyê heye. Werin em her yek dest bavêjin kevirekê û Geverê ji nû ve avabikin."