ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Hemleya rizgarkirina Minbicê hêviya gelan geş kiriye. Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ku ew li bi hêviyê tevahî bajarên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê bên paqijkirine.

* Pûng giyeyek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Di meha tîrmehê de kulîlkên xwe vedike. Pûng bi serê dermanek kêrhatiye. Ji bo bêhnxweşî û xwarinê jî tê xebitandin.

*Ayhan Bozkur ya bi qedexeya derketina kolanê ya li Sûrê bi zorê ji mala wê hat derxistin, tiştên jiya vegot. Ayhanê got di vê pêvajoyê de 35 kîlo daye û wiha berdewam kir: “Her kesî digot qey ez ji mal û alavan wisa dikim. Lê hişê min wisa li ser ciwanên wir bû. Ez ji bo wan xemgîn bûm. Her kes bibûna yek bihata Sûrê wê kes nehatiba qetilkirin.*

*Berdevka Dadgeha Gel Şêrîn Omer rola jinan di saziyan de û bandora Zagonên Jinê anî ziman got, "Lewma pêdivî heye jin mafê xwe, zanebûna xwe ya zayendî bilind bike. Ev jî xaleke em li ser disekinin û ji bo derbaskirina wê li rêbazên cuda digerin. Bi baweriya ku jin civakê bi azadiya xwe re azad bike em xebatê didin meşandin."

*Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak polîtîkaya êrîşê ya li hemberî şaredariyên DBP’ê nirxand û got dewlet niha bi qanûna rêveberiyên herêmî, hewl dide rayagiştî ya Tirkiyeyê amade bike û got li ser navê ku şaredarî nexebitin, hikûmet çi ji destê wan tê dike, lê armanca wan ya sereke eve ku bajaran bigire dest.”

*Rêvebira Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis û Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Şehîd Jînda, Mizgîn Mihemed Elî bi boneya salvegera komkujiya Kobanê 25'ê Hezîranê axivîn û gotin "Em ê tola şehîdên Kobanê hilînin û pênûsa mamosteyên xwe yên li Kobanê şehîd bûn, li erdê nahêlin."

*Dayik, Xwîşk û hevala Mamoste Zozan Yûsuf a ku di komkujiya 25'ê Hezîranê li Kantona Kobanê bi destên çeteyên DAIŞ'ê hate qetilkirin, behsa kesayet û bîranên wê kirin.

*Xezal Yalçîna ku ji Edenê bi armanca piştevanî û birînê gel bipêçe hatî Geverê, ji bo cejnê cil ji zarokan re dike paket. Xezal got, "Zarok rewşa herî giran a şer dişîn. Malê wan tev hat hilweşandin, lê ji bo ku em hêviyê wan a jiyanê bi hêzbigirin, tiştê ji destê me bê em ê bikin."