Li gundek Hezroyê leşkeran bi kepçeyê gund xira dikin

11:26

JINHA

AMED - Li gundê Helhel ê navçeya Amed Hezroyê, leşkerên Tirk dest bi xerakirina xaniyan kirin. Leşkerên bi kepçeyê ketin nava gund, gefa 'em ê xanî bi serê we de hilweşînin' li mirovên naxwazin ji malên xwe derkevin, dixwin.

Xaniyên li gundê Helhel ê li navçeya Amed Hezroyê, tên hilweşandin. Hat ragihandin, leşkerên Tirk bi bahaneya 'herêma ewlekariyê' dixwaze gund vala bikin. Ji ber ku hin malbat li dijî vê derketin, leşkerên Tirk bi gotina 'em ê xanî bi serê we de hilweşînin' gef li wan xwarin. Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk hin ji mirovên li dijî xerakirina xaniyê xwe derketine, binçav kirine.

Hat ragihandin şebekeyên li herêmê qut bûne û têkilî bi malbatên li gund in, nikare bê danîn.

Welatiyên ku xizmên wan li gund in dan xuyakirin, ku ew ji ewlekariya jiyanê ya xizmên xwe bi fikar in.

(rc)