ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rahîme Sagyigit (60) ya ku bi hunandina rêsî aboriya xwe pêk aniye, piştre kargeh vedike û xebatek mezin ligel temenê xwe pêk tîne. Rahîmê diyar kir ku baweriya wê bi hêza jinê ya serkeftinê heye û wiha got, "Wek jin ligel her cure astengiyên jiyanê divê em têbikoşin."
*Gezgezok gîya an jî pincarek bêar e. Ji qedîm de li her deverên cîhanê xwarin, derman û çayê jê tê çêkirin. Gezing dermanê gelek nexweşiyaye. Ji ber ku madeyên nava reh, belg û tov ji hev cihê ne, kêrhatîyên wan jî ji hev cuda dibin.
*Dewreya Şehîd Hêvîdar a di binesaziya Akademiya Fikir û Ramanê Azad ku ji bo Mamosteyên jin hatibû vekirin, bi serkeftî dewam dike. Endamên Kurd, Ereb û Êzidî nêrînên xwe anîn ziman.
* Şaredara Konakê ya Îzmîrê Sema Pektaş têkildarî qedexekirinên derketina kolanan, polîtîkayên înkar û îmhayê û êrîşên li hemberî şaredariyên DBP’ê de axivî û got têkildarî tayînkirina kayyumê ya şaredariyan de divê destpêkê kayyum bê redkirin. Semayê got divê li dijî fikra kayyumê bi awayekî topyekun têkoşîn bê meşandin.
*Li navçeya Sîlopiya Şirnexê hinek tax wek qadên bi rîsk hatin îlankirin û têkildarî mijarê de parêzera OHD’ê Nuray Ozdogan axibî û got tespîtên xesarê di dema ku qedexeyê derketina derve berdewam dikirin de ji aliyê wezaretê ve hatiye kirin û ji nav 7618 avahiyê de 342 heb wek xesara giran hatiye testpîtkirin, ev jî ji sedî 5’ê avahiyan ava dike û ji ber vê jî 40 hezar mirov ji cihên wan hatine kirin. Nurayê got ev rewş li dijî mevzuat û hiqûqê ye.
*Zextên li ser çapemeniyê her diçin zêde dibin û mînakên piştevaniya bi çapemeniyê re jî zêde dibin. Kumru Başer li ser mijarê axivî û got kesên bi Ozgur Gundemê re dikevin piştevaniyê jî tên girtin û got ev jî tê wateya ku desthilatdarî dibêje vî karî piştevaniyê biqedînin.
*Daireya Xizmetên Civakiya Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê xwe gihand nêzî 12 hezar malbatên ku ji Nisêbînê koç kirîn, ji bo wan kampanya ya alîkariyê dane despêkirin û banga piştevaniya kampanyayê kirin.