ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li her bajar û devereke Kurdistanê, hin cih û gund hene ku bi navûdeng in û xwedî çîrokeke taybet in. Li Kantona Kobanê jî gundê Şêranê ji hêla herkes ve tê nasîn.

*Ji bo piştevaniya Mala Jinê ya Kardelena Sûrê xebatên qadan tê pêk anîn. Xebatkara Mala Jinê ya Kardelenê Emîne Aslan diyar kir ku ew bi kermesên ku pêk anîne, pêdiviyên lezgîn pêşwazî kirine û wiha got, "Wek civak divê em piştgirî bidin hev. Li holê şer heye. Tenê bi piştevaniyek civakî em dikarin pêşî li vê tiravma şer bigrin.*

*Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, bi hinceta ji ber Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kir, hat girtin. Keça wê Kardelen Fincanci got, "Çiqas polîtîkayê çewsandinê pêk bînin jî ew ê bi ser nekevin."

*Jinên ku ji ber şerê pergala desthilatdariyê û polîtîkayê şer bandor dibin, li welatên ku lê dibin koçber, rastî êrîşê zayendî, qatlîam, temenê biçûk zewicandinê tên. Yek ji van jinan Fettaha A. ya ku bi aweyek pergalî ji hevjînê xwe rastî şîdetê hatî û hat qetilkirine.