Îfadeya 75 kesên di bin çavan de bi dawî ne bû

12:45

JINHA

AMED - 75 kesên ku di 24'ê hezîranê de ji bo rawestandina operasyon û polîtîkayên qetîlkirinê li coldarên Licê xwe kiribûn mertalên zindî û hatibûn binçav kirin, hêj îfadeyên wan bi dawî ne bûye.

Walîtiya Amedê bi hinceta "Ewlehiyê" li gelek coldar û gundên navçeyên Licê ya Amedê qedexeya derketina derve îlan kir û polîtîkayên qetîlkirinê li coldaran berdewam dike. Di 24'ê hezîranê de şandeyeke ku ji rêveberên HDP û DBP'ê pêk dihat 75 kes ji bo rawestandina wêran kirina xweza û qetliyaman berên xwe dan Licê. Şendeya ku xwest biçe Licê ji aliyê hêza dewletê ve hatin rawestandin û 75 kes hatin binçavkirin. 75 kesên ku ev 3 rojin di bin çavan de ne heya niha tenê îfadeya 25 kesan hatin standin û ji ber îfade bi dawî ne bû ye şande li Şaxa TEM'ê tên ragirtin.

Navên kesên ku îfadeyên wan hatiyê standin wiha ye:

Nalan Gozen, Ozlem Noyan, Rezan Ay, Arzu Akşahîn, Bermal BÎrtek, Celîle Akgul, Dilfikar Doger, Fîkriye Tanrıkulu, GulçÎn Bozkuş, GulÎstan Kılıç, Hasîne Alak, Hasret Akay, Hayat Akyol, HalÎme Bayram, Kadriye Ozcanlı, Afife Kolakan, Abdulah Dengiz, Afif Durgaç, Ahmet Înmez, Îzzet Evruk, Kerem Canpolaten, Mazlum Îldan, Mehmet Aslan, Mesut Tura, Mustafa Heval Candane.

(ho/rc)