Li Licê du jin girtin binçavan

19:38

JINHA

AMED - Di operasona leşkeriya li Lîcê berdewam dike de ser malan de girtin û welatî girtin binçavan. Du roj berê leşkeran ser gundê Derxustê de girtin, di serdegirtina malan de Bedriye Sulucan û keça wê Hatun Sulucan girtin binçavan.

Di operasonên leşkeriyên li Lîcê bi "qedexeya derketina kolanan" re despêkirî bi binçavkirinan berdewam dike. Leşkerên ku gund îşkal kirin bê ku ti hincetan nîşan bidin welatiyan digirin binçavan. Du roj berê leşkeran ser gundê Derxustê de girtin, di serdegirtina malan de Bedriye Sulucan (65) û keça wê Hatun Sulucan ya (29) bê ku ti hincetan nîşanbidin girtin binçavan. Her wiha hat zanîn ku hevjînê Bedriye Sulucan Ahmet Sulucan ê (67) dema ku sewalên xwe diçerand ji ber tirkî nedizanî ji aliyê leşkeran ve hat darbkirin.

(zt)