ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Mor Çatiyê têkildarî ku li dijî êrîşên zayendî dikare çi bê kirin de bruşora ‘Anîna ziman a şîdeta zayendî zehmete lê mumkune’ weşand. Di bruşorê de têkildarî ku li dijî êrîşên zayendî dikare çi bê kirin de, delîl çawa tên veşartin de agahî cih digirin.
*Endama Navenda Şehîdan ya Xabûr Corcêt Davud û Endama Rêveberiya Qada Perwerdê ya Kantona Cizîrê Delîla Til Temir nêrînên xwe di derbarê zewaca temen piçûk de anîn ziman û gotin, "Zewaca bi temenê piçûk berhemeke çanda desthilatdariyê ye. Malbat jî dibêjin çiqas keça me zû bizewice dê ewqas zû stara xwe bike. lê ew nizanin ku jiyana keça xwe wiha bidawî dikin."
*Seroka Civaka Jinên Suryan Deniz Kirilmaz diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn û Bakurê Kurdistanê berdewam dike suryaniyan bandordike
û got: "Cihên dîrokî hem ji bo me û hem jî ji bo nifşê nû gelek giringin. Dema ku dîroka me tinebikin emê çî nîşanî zarokên xwe û neviyên xwe bikin."
*Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî pêk anî û bi çalakiya xwe li cîhanê deng da û bû sembola berxwedana jinên Kurd.