Encamnameya 6. kongreya TEVDA yê diyarbû

09:09

JINHA

ŞENGAL - Encamên kongreya 6. a Tevgera Demokratîk û Azad a Êzidiyan (TEVDA), bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.

Tevgera Demokratîk û Azad a Êzidiyan (TEVDA) 6. kongreya xwe di 24-25'ê Hezîrana 2016'an de li navçeya Xanesor a Şengalê bi tevlîbûna 200 delegeyî pêk anî. Li gorî daxuyaniya li ser encamnameya kongreyê, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, bi taybetî ya li Iraqê û Kurdistanê hatiye nirxandin û hat gotin, "Piştî wê rewşa Şengalê bi berfirehî hat nirxandin. Her wiha bal kişandin ser komkujiya di 3'ê Tebaxa 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li hemberî civaka Êzidî hat kirin."

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku di kongreyê de tespîta 'xwe vekişandina PDK'ê ji Şengalê û bêparastin hiştina Êzidiyan bû sedem ku bi hezaran Êzidî bên qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî werin revandin û firotin û bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bibin' hat kirin.

Di dewama encamnameyê de hat gotin, "Piştî nirxandina rewşa siyasî, rêziknameya tevgerê hat xwendin û pêşniyarên li ser guhertina hin xalan hat kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêveberiya tevgerê hat ragihandin û 21 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin."

Li gorî danezana encamê, di kongreya TEVDA'yê de ji bo yekbûna civaka Êzidî avakirina partiyê hatiye pêşniyarkirin û hat gotin, "Bi vê armancê Partiya Azad û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) hat damezrandin. Kar û hewldanê vê partiyê wê avakirina rêveberiyeke xweser û demokratîk, parastina gund û bajarên civaka Êzidî û pêşîgirtina li rûdana komkujiyên nû be."

Di encamnameyê de damezrandina PADÊ li gelemperiya civaka Êzidî hat pîrozkirin û bang li hemû tevger û partiyên Êzidiyan hat kirin, ku cihê xwe di nava vê rêxistinbûyînê de bigirin, ji bo yekbûna Êzidiyan bixebitin û berjewendiyên gel esas bigirin.

(kom/zt)