Welatiyên ji bo çuna Licê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

20:46

JINHA

AMED - Kesên ku ji bo li hemberî operasyonên leşkerî û şewitandina daristanên li Licê çûn herêmê û hatin binçavkirin, di saetên nîvro de 12 kes hatibûn berdan. 25 kesên ku îfadeya wan heta êvarê dom kir ew jî hatin berdan.

Kesên ku hevşaredarên HDP û DBP'ê jî di nav de ji bo mudaxileyî operasyonên leşkerî û şewitandina daristanan ên li Licêya Amedê bikin, êvara 27'ê hezîranê wek mertalên zindî ketin rê û li têketina navçeyê hatin binçavkirin, ji wan 37 kes duh di saetên êvarê de hatibûn berdan. Herî dawî îro di saetên nîvro de 12 kesên din jî hatin berdan.

25 kesên ku heta saetên êvarê li dozgeriyê îfadeya wan berdewam dikir, serbest hatin berdan.

(zt)