ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Ji zivistanê heya niha welatiyên Basan derê xwe ji welatiyên Şirnexê yên ji ber polîtîkayên dewletê yên qirkirin û helandinê ji malên xwe derketine vekirine. Tehra Kaya ya ku pansiyona xwe ji welatiyên Şirnexê re vekirî got: "Pêdiviya me bi alîkariya dewletê nîne. Emê bi xwe birînên xwe bipêçin. Dê zarokên me aştiyê bîne vî welatî."
*Gelê Kurd ku 26 sal berê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê berxwe dan, îro jî ji ber heman polîtîkayên tên meşandin dîsa berxwe didin. Jinên li Licê û Pîranê ku qedeya derketina kolanê lê hatiye îlan kirin û wek herêmên ewlehiya taybt hatine îlankirin, dijîn diyar kirin ku roj ne roja runiştinê ye, roja serhildanêye û dan zanîn ku duh ew netirsiyane, îro jî natirsin.
*Jiyana jinên herêmê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê pir bandor bûye û bêguman ambargo û dorpêç jî vê rewşê girantir dike. Lê belê jinên ku di pêvajoya şoreşê de derfetên mezin bidest xistine, her awayê zehmetiyan li pişt vîna xwe ya xurt dihêlin.
*Kurdên ku di salên 90'î de dibin zext û polîtîkayên dewletê de diman û bi zorê ji warên xwe hatin koçkirin, çanda xwe ya koçeriyê li hemberî hemû polîtîkayên bişavtinê li bajarên tirkiyê didin jiyandin. Jinên koçer ên ku koçî navçeya Seyhana Edeneyê bûne diyar kirin ku heya dawiyê dê li hemberî polîtîkayên dewletê li ber xwe bidin û çanda xwe bidin jîndin.
*Di 20. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinacî (Zîlan) de li Rojavayê Kurdistanê ji tevahiya beşên civakê jinan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ew di rêya Zîlan de têkoşîna xwe xurtir dikin.
*Yekemîn salvegere komkujiya Pirsûsê nêz dibe û kampanyaya edeletê yaji aliyê rêxistinên ciwanan ve hatibû destpêkirin didome. Jinên ciwan yên kampanyayê dimeşînin hedef dikin ku kenên 33 rêwiyên xeyalê ji nûve bilind bikin.
*Di konsepta şerê topyekun dewletê li hemberî gelan dayi despêkirin de, her diçe bêmadî û êrîş ser girtiyên şoreşger û welatparêz jî zêde dibin. Li gel şerê li Kurdistanê mezin dibe, taybetî ser girtiyên jinên siyasî sirgun û sewq zêdedibin."