Hevdîtinên ji bo kampanya îmzeyan didome

17:17

JINHA

QAMIŞLO-Kongreya Star ji bo bal bikişîne ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo dawîkirina tecrîdê piştgirî bigire hevdîtinên xwe bi rêxistinan re, didomîne.

Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo piştgiriya kampanya îmzeya ya 'Pêngava şikandina Tecrîda Îmraliyê' serdanên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de heyetek ji buroyê ku jî endamên buroyê Qedriye Hesen, Mekiye Hiso û Cemîle Osman pêk hat, îro serdana Komeleya Hêlîn a Zarokan û Rêxistina Mafên Mirovan a li Sûriyê MAF kirin.

Di hevdîtinan de rêvebirên saziyan piştgiriya xwe anîn ziman. Rêverbirên rêxistina Hêlîn a Zarokan Nêrgis Mistefa û Selam Mihemed diyar kirin ew jî tevlî vê kampanyayê dibin. Di hevdîtina bi Rêxistina MAF re jî piştî ku Cemîle Osman sedema serdana xwe anî ziman, rêvebirê rêxistinê parêzer Mehmûd Ebdulrehman Omer jî da zanîn ku daxwazkirina bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan beşek ji mafê mirovan e û kampanya ku hatiye destpêkirin jî gavek ji bo mafê mirovahiyê tê hesab kirin. Li ser vê bingehê Ebdulrehman bi navê rêxistina MAF'ê diyar kir ku ew piştgirî didin kampanya îmzeyan.

Rêxistinên navborî belgeya kampanya îmzeyan îmze kirin. Hate hînbûn dê hevdîtinên kongreya star bidomin.

(cg/rc)