Nexweşê cigerê yê nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da

18:31

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê welatiyê bi navê Yûnûs Kiliç ku girêdayî amûra hilm stendinê dijiya ji ber ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên qirkirinê di roja 108’emîn de berdewam dikin. Li navçeyê hemû riyên jiyanê hatine birîn û nexweş jî nayên dermankirin. Welatiyê bi navê Yûnûs Kiliç (50) ku li taxa Yenîtûran bi tenê dijiya û nexweşiya pişa reş pêre hebû ji ber ku ambulans dereng hat û nerakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yûsûfê ku ev bi mehan e ji ber qedexeyê nedikarî tedawiya xwe pêk bîne û jiyana xwe ji dest da rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hate hînbûn ku dê cenazeyê Yûsûf li gundê Bawermê were definkirin.

(kom/zt)