Li Nisêbînê agir bi malan dixin

19:39

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê avahiyên welatiyan piştî ku tê hilweşandin hêzên dewletê benzînê bi avahiya dikin û malên gel dişewitînin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê êrîşên ku serê sibê li taxên Yenîşehîr, Dîcle, Firat û Abdulkadîrpaşa dest pê kirîn niha jî li taxên Kişla û Zeynelabîdîn berdewam dikin. Li navçeyê tax bi çekên giran tên gulebarankirin û avahî tên şewitandin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin li navenda sûkê û taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê malên ku tên xerabkirin piştre ji aliyên hêzên dewletê ve bi benzînê tên şewitandin.


(kom/zt)