ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên bajarê Hesekê diyar kirin ew tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê bi tu awayî napejrînin û gotin ew ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mayînde bikin.
*Katibe Begtaş a ku dema karkeriya demsalê li aliyê Tirkiyê dikir rastî gelek zoriyan dihat got: "Dema me digot ku em ji Êlihêne êdî çavê xwediyên kar ser me cuda dibû."
* Jinên ji pêkhateya ereb û suryan têkîldarê serkeftinên hemleya rizgarkirina Minbicê a bi navê 'Hemleya Fermandar û Şehîd Ebû Leyla' û rizgarkirina jinan ji destê DAIŞ'ê' axivîn. Jinan diyar kir ku rizgarkirina herêma Minbicê û azadkirina jinan ji destê DAIŞ'ê gava serkeftinê ye û divê hemû pêkhate û gotin ku bi taybetî jin têkoşîna xwe bilind bikin û tevahî xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin.
*Jinên Şirnexê yên li navçeya Basan dijîn diyar kirin ku ew li benda rakirina qedexeya ser Şirnexê ne û gotin: "Em ji bo endamên YPS û YPS-JIN'ên ku jiyana xwe ji dest dan xemgînbûne. Me nexwest wan tenê bihêlin. Em li gel wan kêfxweşbûn. Dewletê bi zorê em derxistin."
*Rêvebira Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Gulîstan Xelef derbarê astengkirina derbasbûna Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah axivî û got "Astengkirina hevrêya me Asya Ebdulla yek ji polîtîkayên PDK'ê li dijî hêza jinê ye."
*Şervana YPJ'ê Newroz Zagros, her çiqas berî Çiyayên Zagrosê bibîne jiyana xwe ji dest dabe jî, stranên ku li Kobanê digot, li ser zimanê tevahî jinane.
*Ji heyeta Tevgera Tabana Dij Nîjadperestiyê ya Ewropayê Monna Le Yeuch li ser binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê ku li Ewropayê çawa tê dîtin nirxandin kir. Monna ku ji bo doza Chrîs Stemphson bişopîne hat Stenbolê got: "Binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê li Ewropayê nayê dîtin."
*Gultan Kahraman ya şahida şewatên daristanên li Dêrsîmê ye têkildarî şewatên daristanên Licê de wiha got: "Dar ji koza xwe dîsa şîn bibûn. Berxwedan hêzê dide mirov û daran. Em piştî her şewatê xurt dibin."
* Aktîvîsta ekolojiyê Aynur Aygul diyar kir ku divê ew li hember qirkirina xwezayê ya ji Bakirtepe heya Licê berdewam dike dengderbixin û got: "Îro xweza, darstina, sewal û zarokên kurdan qetildikin. Divê hemû aktîvîstên ekolojiyê bibin yek û ji bo Licê deng derxin."