'Dema me karkeriya demsalê dikir gelek bêmafî li me dikirin'
09:02
JINHA
ÊLIH - Katibe Begtaş a ku dema karkeriya demsalê li aliyê Tirkiyê dikir rastî gelek zoriyan dihat got: "Dema me digot ku em ji Êlihêne êdî çavê xwediyên kar ser me cuda dibû."
Jina ciwan a bi nave Katibe Begtaş (25) di 10 saliyê de dest bi kar dike û li hemû bajarê Tirkiyê di nava zor û zehmetiyan de di xebite. Katibeyê da zanîn ku ew dema diçun aliyê Tirkiyê karkeriya demsalê rastî gelek bêmafiyan dihatin û wiha domand: “Min 10 salî dest bi xebatê kir û bajarek nema ku ez lê nexebitîbim. Bi giştî ez 15 sale dixebitime. Berê em diçun aliyê Tirkiyê me karkeriya demsalê dikir. Xwediyê kar dema ku ji me pirsa ‘hûn ji kîjan bajarî hatine?’ dipirsî. Dema me digot: 'Em ji Êlihê hatine.' Ji me re digot: 'Hûn hemu terorîstin.’ Piştî van gotinan êdî ez ji bo xebatê nema çûm bajarên Tirkan. Min li Manîsa 6 sal bacan, îsot û pelê mêwan li nav bexçeyan kom kir û di heman demê de jî ez diçum komkirina findiqan. Ez di hemû karî de xebitîme.”
(dt/zt)