ROJEVA 1'Ê Tîrmeha 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiyên xwesr hêzên dewletê êrîşên xwe dan destpêkirin û bi sedan kes ketil kir. Ji ber vê jî bi taybet li ser jin û zarokan texrîbatên mezin çêbûn. Yek ji cihên ku texrîbat lê çêbûn Hezex bû. Xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan a Ekîn Cerenê çûn Hezexê û xebatên xwe yên du hefteyan vegotin.
* Berdevka Demî ya KJA'ê Ayla Akat Ata di derbarê êrîşên li ser Licê de nirxandin kir. Ayla got ku êrîşên li Licê tên meşandin ne tenê ev çend roj e ji hilbijartina 1'ê Mijdarê û şûn de plansaziya êrîş û komkujiyê hatiyê kirin û got, "Lewra divê di serî de jin her kes ji bo Lîcê çalakiyan li dar bixe û bibe dengê Licê."
*Hulya Onlu ya di meha Remezanê de ecîn çêdike û li der difiroşe bi pereyê ku qezenc dike, debara xwe dike. Hulyayê got ew li dijî gotina zîhniyeta serdest ya mêr ya wekê ‘ti şerm naki bi vê jintiya xwe li kolanê firotinê dikî’ bi firotina ecîna ku çêdike têdikoşe.
*Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nirxandin kir. Heyfa got, "Felsefeya Rêber Apo projeya çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e, ji bo wê êdî divê xwediyê vê projeyê were azadkirin."
*Şervana Hêza Azadiya Jinê Eylem Ataş di pevçûna pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da. Ji salên lîseyê û şûnde Eylemê di çalakiyan de cih girt. Hevala Eylemê Burçak Gorel got: “Di nav vê zîhniyeta ku şikurkirin li me aşî kiriye,cesaret û bêtehemuliliya wê teşeyê jiyankirinê bû.”
*Lêkolînvan-nivîskar Zeynep Yaş a ku di temenê zaroktiyê de neçar maye tevî malbatê ji Kurdistanê koç bike, ji nûde vegerî Kurdistanê û li ser hunermendên kurdan lêhûrbûn kir. Zeynep di encama lêkolînê de ji Evdalê Zeynikê û heya Delîle aliyên hunerî kir pirtûk û di mûzîk, çanda kurdî de gavên mezin avêt.
*Meşa Bahar Ada û Saadet Demîr ku piştî yekemîn dorpêçkirina Cizîrê dekerasyon pêşkêşî welatên NY’ê kirin û gotin ‘Kurd hene’ didome. Baharê têkildarî çalakiya xwe de got: “Cîhan bedene. Ger tiliyek nexweş be hemû beden zirarê dibîne. Îro cîhan ji ber hebûna gelekî tine dihesibîne nexweş dikeve.”
* Nevilay û Neşe bi tama xwezayiya nanê sêlê şêwirmendiyê mezin dikin û hem ji aboriya mala xwe birêve dibin gotin: “Em jin bihêzin.”
*Dayika Asuman û Yasemîna ku 23 sal berê li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, Yeter Sivrî axivî û got: “Ew dikarin kelepçê li destê me bixin lê ti car nekarin li zimanê me bixin. Heta dawiya jiyana xwe ezê têkoşîna zarokên xwe bimeşînim. Di dîroka me de şewitandina mirovan tine. Bedenên 23 sal berê li Sêwasê şewitandin îro li bodromên Cizîrê zêde dikin.