Şebnem Korur Fincanci: Divê em şêwirmendiyê hin zêdetir mezin bikin

14:25

JINHA

STENBOL - Gerînendeyên weşana giştî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û Erol Onderoglu, yên duh hatin berdan, îro hatin serdana Rojnameya Ozgur Gundemê û daxuyanî dan çapemeniyê.

Gerînendeyên weşana giştî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û Erol Onderoglu, piştî piştgirî dan kampanyaya Ozgur Gundemê û rojekî nobed girtin, der barê wan de biryara girtinê hat dayîn û piştî demekî di girtîgehê de man serbest hatin berdan. Erol û Şebnem piştî duh hatin berdan, îro çûn serdana Rojmaneya Ozgur Gundemê û ji hêla gelek rojnamegeran ve hatin pêşwazîkirin. Gerînendeyên ku navenda nûçeyan ziyaret pêk anîn, daxuyanî dan çapemeniyê.

'Hêz û berxwedan dan me'

Di civînê de destpêkê edîtorê rojnameyê Ahmet Bîrsîn axivî û da zanîn ku ew dixwazin Ahmet Nesîn jî di nava xwe de bibînin. Ahmet bal kişand ser nobeda "Gerînendeya Weşana Giştî" û piştrast kir ku ew ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de ne tenê rewşenbîr, rêxistinên pîşeyî, kedkar û gelek kes bûn gerînende. Tenê nebûn gerînende, di heman demê de li kuçeyan rojname jî belavkirin û piştgirî û hêzeke mezin dane me."

Ahmet aşkera kir ku heta niha 149 doz ji ber "têkoşîna bi terorê" re, 27 doz jî ji ber "heqaretê" li rojnameya wan hatiye vekirin, di çarçoveya "Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî" de jî 47 lêpirsîn hatine vekirin. Ahmet, diyar kir ku ji van lêpirsînan 16 hevên wî veguherine dozê. Bîrsîn herî dawî destnîşan kir ku ew dê paşve gav nevêjin û nivîsandina rastiyan berdewam bikin.

Şebnem Korur Fîncanci jî diyar kir ku kampanyaya piştevaniyê girîng e û wiha axivî: "Di sedsala 21'emîn de wateya bêdengkirina çapemeniya azad tê çi wateyê ji ber çapemeniya civakî zêde ne di ferqê de ne lê ev ji bo hundir girîng e. Li hundir çi heyf e jibilî çapameniya navendî şansê wan ê kanalekî din temaşe bikin nîne. Îxtidar û çapemeniya navendî çi dide wî mecbûr in bibînin. Lê ji ber ku gelek bi aqil in di nava hevokan da rewşa welat çi ye hîn dibin."

Şebnem bi bîr xist ku Ozgur Gundemê gelek bedel daye û wiha berdewam kir: "Kedkarên çapemeniyê hatin windakirin, înfazkirin, hatin girtin. Di nava sîstemekî bi vî rengî de ew bûn denê fikra azad û dengê gel."

Şebnem têkîldarî girtinan jî wiha got: "Ji bo ragirtina azadiyê em wekî ku bi hevre kêfxweş bûn. Ji ber ku me dît ku piştevaniya Ozgur Gundemê pêl bi pêl belav bû." Şebnem bilêv kir ku piştî girtina wan 108 kesan ji bo gerînendetiya weşanê navên xwe nivîsandine, kesên ku navê Ozgur Gundemê bi kar nedianîn jî mecbûr man navê Ozgur Gundemê telafuz bikin. Şebnem ji bo girtinan diyar kir ku ew bi vî yekê serbilind in û wiha axivî: "Ez silavên xwe ji jinên hundir re dişinim. Nîvê dilê min li wir e. Heta ku li hundir kesek nemîne em ê têbikoşin. Heta ku bi awayeke azad li ser vî axê biqêrin."

Rojnameger Erol Onderoglu jî wiha axivî: "Hatina me ya cem hev nû nîne. Di 28'ê Sibatê de jî pêkûtî hebûn. Di pêvajoya AKP'ê de jî ev pêkûtî didomin. Em ji bo berjewendiyên teng nêzîk nebûn." Onderoglu bilêv kir ku têkoşîn tenê bi Tirkiyeyê re sînorkirî nîne. Erol destnîşan kir ku li girtîgehê di sohbetên xwe yên bi gardiyan û girtiyan re dikirin de dîtine ku derûdorên muxalîf çiqas xwe di bin tehdîdê de hîs dikin ü wiha got: "Piştî girtina akademîsyenan girtina me ji bo pêkûtiyan bû ronahî. Tişta ku min kêfxweş kiriye xurtbûna piştevaniyê ye. Bi keda me ve li raya giştî ya navneteyewî jî belav bû."

Erol yê ku gotina "em hemû divê azadiyên bingehîn biparêzin û xwedî lê derkevin hewl bidin ku bibin parçeyekî piştevaniyê. Hete ji bo Tirkiyeyê pêşerojek tê teswirkirin ev dê bi siyaseta pozîtîf ve bê" bi kar anî got ku ji bo gelên Tirkiyeyê rojên aştiyê dixwaze.

Hurşît Kulter li ku ye

Parêzer Eren Keskîn jî destnîşna kir ku bi bedelên giran hatine van rojan û wiha axivî: "Gurbetellî Ersoz, Mûsa Anter, Burhan Karadenîz û yên din em gelek deyndarî wan in. Heta ku kiryarên wan dernexînin holê ev deynê me dê bidome. Ozgur Gundem heta azad nebe mirov nikare li vî cografyayê qala azadiyê bike. Ji bo ku yên din rehet razên em ê têkoşîna xwe bidomînin."

(zt)