ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Sekretera Jinan a ADAD’ê Sevgî Kîşîn balkişand ser komkujiya 2’ê Tîrmehê ya 1993’an a Madimaqê û got gelên Tirkiyeyê bi komkujiyên nû re rû bir û ye û wiha got: “Êşên me jinên Elewî bi êşên vê erdnîgariyê re hemane. Em dayika Taybetin, em jinên Êzidî yên hatine firotinê ne, em dayika Sisê ya di 77 saliya xwe de hatiye girtinê ne. Bi hemûyan re parçyekî me heye.”

* Ewlehiya welatiyên ku danûstandina pîrozbahiya Cejna Remezanê dikin ji Hêzên ewlehî, asayîşa bajêr, zabit û polîsên trafîkê tê pirsîn.

*Piştî qedexeya derketina kulanana li Şirnexê hat îlan kirin, gelek welatiyan ji neçarî koçî bajarokên derdora Şirnexê kirin. Yek ji van welatiyan jina binavê Hatîce Cîhan diyar kir ku dê dev ji Şirnexê bernedin û wiha got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em li ber xwe bidin. Ger kom nebin jî, em ê li kulanan bimînin. Dema em mirin jî dê zarokên me berxwedana xwe bidomîn in.”

*Zarokên Şengalê yên ku şahîdîtiya êrîş û hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê kirin, li çiyaya Şengalê ya ku ji nû ve tê înşakirin, bi karton û devîkên şîşeyan dileyzin kena li ser rûyên xwe kêm nakin.

* Şervana xwedavend ya tevgera azadiyê ku bi şev kolanên berxwedanê ronî kir Zeryan Amed (Ayşe Kaçar) niha 29 saliye û tevlî karwanên nemiran bûye. Bi şev bû star û ji Amedê Botanê temaşe dike.

*Navenda Jinan a Nuda ku di bin bana Şaredariya Qoserê de xebatan dimeşîne li gundê Hamzali ya Xursê çandiniya xwezayî xistin jiyanê û hilberîn a destpêkê girtin. Tevî ku xaka gund ya di salên 90’î de hat valakirin, cara ewil hat çandin jî hilberînek zêde da û ji ber ku bi destê jinê hatiye kirin jî rastiya bereketa jin-xwezayê nîşan dide.

* Ligel xebatên piştevaniya zarokên Geverê, bi nêzbûna rojên cejnê re xebatkarên dildar diyar kirin ku wan giranî daye xebatê xwe û banga piştevaniya gelê Geverê kirin.