ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Şengalê gel û bi taybet jinên Êzidî li hemberî hemû zor û zehmetiyan bi vînek herî mezin berxwe didin. Li gorî şertên havînê, germehî carna dibe 48 dereceyî (Pile) û tevî vê gel axa xwe bernade û bi şêwazên afrîner jiyana xwe ya rojane didomînin. Jin di vî alî de rolek mezin dilîzîn. Jinên Şengalê gotin: " Li ber vê germa havînê mayin û ji welat dûrneketin berxwedana herî mezin e."
*Şervana BOG’ê Eylem Aktaş û şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş di pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna bi çeteyê faşîst DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn. Rêxistinên jinan balkişandin ser şoreşa jinê û têkoşîna jinê ya li Rojava bilind dibe û pêvajoya tê jiyîn jî wek şoreşa jinê bi nav dikin.
*Dayîka bi navê Remziye Taşkiran a ku xwendin û nîvisandin nizane bi salan e ji ber nîkare biçe hevdîtina zarokên xwe yên ku dîgirtîgehan de ne, cejna zarokên xwe bi du hevokên wek "Cejna we pîroz be" bi rêya postkartan pîroz dike.
*Jinên çanda dengbêjiyê anîn roja îro, tiştên bi salan berê haitne jiyîn heta nifşê îro anîne. Meryem Tuncer ku çanda dengbêjiyê heta îro aniye, diyar kir ku divê çanda nehatiye nivîsin, kilamê heta îro hatine neyên jibîrkirin. Meryemê da zanîn ku xebatên ciwanan ya li ser dengbêjiyên şerte û di alî dîrokî de jî girînge.
* Jinên bajarê Hesekê hêviyên xwe yên meha Remezanê anîn ziman. Jinan got, "Hêviya me ew e ku meha Remezanê bibe meha aramiya Rojava û azadkirina tevahî xaka Sûriyê."
*Xebatkara Yekîneya Jîneolojiya Stenbolê Rojda Yildiz faliyetên dema pêş, çi jiyane, girtina deman vegot. Rojdayê nêrînên xwe yên têkildarî hedefên xwe de û atolyeyên jîneolojiyê de wiha vegot: “Atolye ji bo avakirina hînbûna têkiliya zanist-jinê û afirandina cudabûnan hatiye kirin. Hedefa jîneolojiyê ne navendîbûn herêmîbûne.”
*Dayikên Geverê bîranîn hest û xemgîniyên xwe li ber siya avahiyên hatîn xirakirin bi stranan tînin ziman.