ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Hêzên rejîma Bees êrîşî hêzên Asayişa bajar kirin û şer derket. Jinên bajar êrîşa hêzên rejîmê nirxandin û wek derxistina aloziyê bi nav kirin.

* Du birayên di nava Yekîneyên Şems El Şemal de cihê xwe digirin gotin: "Em ê xewna Fermandarê xwe Feysel Ebû Leyla pêkbînin û xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."

* Jinên aşûrî yên bajarê Til Temir cejna remezanê li hemû gelê Misliman pîroz kirin û gotin: "Tu ferq û cûdahî di navbera pêkhateyan de, bi taybet di navbera olan de nîne, em bi hev re wek xwîşk û bira dijîn."

* Navenda Tendûrustiyê ya girêdayî Heyva Sor a Kurdistanê di rewşa bilindbûna pileya germaya ji gel re xizmeteke berfireh a tendûrustiyê dide.

*Rahîme Çelîk ku şahidiya komkuji Licê ya sala 93’ê kiribû, diyar kir ku gelê Licê tu carî li hemberî komkujî û hovitiyan serî nedanin û li hemberî vê komkujiya niha tê kirin de qet danayne. Rahime got ku dewlet îro bavên me dikûje dê sibê keç û kurên me tola bavên xwe hildin.

*Li girtîgehan mafên girtiyên siyasî kut ê gotin xistine bin ewlehiya qanûnî, pir caran bi rê û rêbazên keyfî tên astengkirin û dispêrin giştînameyan. Parêzera ÇHD’ê Ayşegul Çagataş, diyar kir ku di rewşên binpêkirinê de serlêdanên sûc dikin û ev bêhiqûqî teşîrkirine û birine meclîsê.

*Li Ebexê Serap Uygun ya ji bo abariya xwe atolyeya dirûnê vekir, hem kumaşan didrû û hem jî perwerda dirûnê dide jinan. Serapa ku ji bo jinan qada îstîhdamê ava dike got: “Dema jin bawer bike tiştekî ku biser nekeve tine. Tenê bila jin bawer bike.