‘Lice serbixwe ye deshilatiya kesê na pejirîne’

09:08

Hulya Okalin/JINHA

AMED - Rahîme Çelîk ku şahidiya komkuji Licê ya sala 93’ê kiribû, diyar kir ku gelê Licê tu carî li hemberî komkujî û hovitiyan serî nedanin û li hemberî vê komkujiya niha tê kirin de qet danayne. Rahime got ku dewlet îro bavên me dikûje dê sibê keç û kurên me tola bavên xwe hildin.

Di sala 1993'an de leşkeran li ser fermana Serokwezîra wê demê Tansû Çîller li navçeya Licê ya Amedê komkujiyek mezin pêk anî û di wê komkujiyê de bi dehan welatî hatin qetilkirin. Di wê êrîşê de bi sedan xanî û kargerî hatibûn hilweşandin. Bi rojan li çiya û çoldarên Licê operasyon dan destpê kirin, daristan û bostanên welatiyan şewîtandin. Rahîme Çelîk (55) ku govaniya êrîş û komkujiya sala 93’ê ya Licê hatibû kirin, kir serpêhatiyên xwe bi me re parvekir.

Rahîme diyar kir ku ji bo dewlet nikare desthîlatdariya xwe li ser gelê Licê bide meşandinbi top û tangan êrîşê wan dike. Rahîme anî ziman ku zilm û êrîşên li ser gelê Licê hate kirin tu carî nayê ji bir kirin û wiha got: “Dema ku fermana Licê rakirin ez gelek ciwanbûm û di wê demê de 4 zarokên min hebûn. Rojekî ji nişkave leşker ketin navgund û bi hovan êrîşî me kirin. Serfermandarê wan dema ferman da bi hezaran leşker derdora me girtin û me xistin dorpêçê. Me hemû yan li meydana gund kom kirin. Yek bi yek zilamên gund pirsin. Ji me re di gotin ka li ku der in. Eger hun cihên wan ne bêjin em di şuna wan de dê we bikujin an jî îşkênceyên giran li we bikin. Jin, zarok, kal ciwan kî li gund hebû me hemû yan birin meydanê û li ser dev me dirêjî erdê kirin. Çek danin ser serê me û digotin; ‘Bêjin qaçax li ku der in we wan li ku veşartiye.’”

‘Me kurê te kuştiye’
Rahîme got ku leşkeran li ser fermana serfemanê xwe ketin nava gund û hemû malên gundiyan agirberdanê û şewîtanadin û wihadomand: “Ji xezurê min pirsa tiyê min kirin. Xezûrê min ji wan re got çû ye Amedê. Lê fermandar bi kenekî pêkenok û got: ‘ Me kurê te kuştiye.’ Zilmekî zilm li me kirin.“

‘Em mizgef û Kuranê dişewîtinin’

Rahîme axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pîremêran xwe li wan nerazi kirin û gotin hûn çima mal û eşyayên me dişewîtinin? Serfermandar got; ‘Em mizgefit û Kuranê dişewîtinin ma em malên teroristan neşewîtinin.’ Heya hemû malên me hatin şewîtandin leşker ji gund derneketin û bi tu awayî destûrê nedan em agirê bitemîrinin. Piştî ku nêrîn tiştek nema rabûn ji gund derketin. Leşker piştî gundê me şewîtandin hemû daristan, bostan û bahceyên gund û navçeya Licê tev danber agîr û şewîtandin. Hemû daxwaz û armanca wan ewbû ku Licê valabikin. Lê armanca wan ne çû serî. Gelê Licê heya dawiyê li ber xwe da. Bi hezaran jin, mêr û zarok hatin qetîlkirin. Lê gel bi hêztir bû.

‘Gelê Licê serbixwe ye û tu desthîlatdariyê qebûlnake’

Rahîme li ser êrîş û komkujiya ku di 18’ê hezîrana 2016’an bi hinceta “Ewlehiyê” li 19 gund û 58 mezreyên Licê bi qedexeya derketina derve hat destpêkirin û çiya û çoldar hatin bombekirin jî ev tiştgot: “Di encama bombebaranê de disa bostan û daristan me hatin şewîtandin û talankirin. Welatiyên ku xwestin êrîşê bidin rawestandin jî rastî êrîş û zextên hêza dewletê hatin û welatiyan qetîlkirin. Heman hişmendiye li ser Licê tê kirin. Tenê ji ber gelê Licê li hemberî desthîlatdariyê serî nizim nake. Bila baş bêzanin ev êş û jan ne ya nû ye. Kijan desthîlatdar tê heman êrîş û komkujiyê dike. Dewlet nikarî desthîlatdariya xwe li ser gelê Licê bike. Ji ber gelê Licê serbixe ye û tu desthîlatdariyê qebûlnake.”

Rahîme gotina Serokwezîra Tirkiyê ya wê demê Tansu Çîller ku gotibû; “Bila hemû bênkuştin. Li Licê kevir li ser kevir nehêlin” bibirxist û wiha dawî kir: “Heşmendiya Tansû Çiller û Erdogan yek e. Di wê demê de wê wiha digot niha Erdogan. Hêviya wan ew e ku bi bombe û şewatê serî li kurdan bidin dayin. Lê bila baş bê zanin ku kurd jan û êşên gelek mezin derbas kirine. Gelê Licê ku min wan naskiriye û li hemberî ewqas komkujî û hovitiyan serî nedanin û li hemberî vê jî danay ne. Ewîro bavên me dikûjin sibê dê keç û kurên me tola wan hildin.”
(zt)