Sibeha cejnê jî Şirnexî bi dengê topan rabûn

10:49

JINHA

ŞIRNEX – Sibeha cejnê jî welatiyên Şirnexê bi dengê topan şiyarbûn.

Dorpêç û qedexeya derketina kolanan a Şirnexê di roja 114'an de berdewam dike. Hezên dewletê li herêma çoltarê jî bê navber êrîşên tang û topan bikar tîne. Leşkerên Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a Çagirsogutê ji saetên 03:00'ê heta serê sibê li herêma navbera taxa Bahçelievler, depoya avê ya Şaredariya Şirnexê û Rêya Sêrtê bê navber guleyên topê avêtin welatiyan û nehiştin welatî bi şev razên. Leşkeran bi çekên giran ji nîvê şevê heta serê sibê çiya da ber gule û topan.


Ji ber êrîşa tang û topan li pişt Otela Şehr-î Nuh şewat derket û şewata zeviyan didome.


(zt)