ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêvebira Mala Jinê ya bajaroka Til Koçer Îlham Mihemed di derbarê giringiya rêxistinbûnê ji bo jinan de got: “Di encam de rêxistinbûn hêz e û em jin bi hêza rêxistinbûnê bikarin pirsgirêkên xwe dawî bikin."
* Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê alikariya Hediye Lalo ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûyî kirin. Hediye ji spasiyên xwe anî ziman û got: “Ez sipasiya Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê dikim û sipasiya PKK jî dikim ji ber em xilas kirin ji destê van hovane.”
*Endama Navenda Perwerde û Zanista Jinê Zozan Xelîl derbarê zewacên di temenê biçûk de got: “Em bi nîqaş û danasîna mafên jinê hewl didin pêşiya vê bigrin.”
* Piştî ku li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hati îlankirin welatiyan berê xwe dan çiyayan. Welatiyan di konên li Cudî, Herekol û Besta vedane de jiyana komunê avadikin.
*Di Êzidî xanê de bi şahiyekê asayiş hat vekirin.