ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*‘çandiniya xwezayi’ ya ku projeya jinane, di merhela despêkê de çandinî kiriy di gava duyem firotinê de bi wesayîtên mor dibin bazara ku mêr têde serdestin.
* Bi mezinbuna şoreşa Rojava re jin di her aliyê jiyanê de rêxistin dikin. Yek ji qadên rêxistinbûna jinan jî Zagona Jinê ye. Seroka Desteya Jinêya Kantona Cizîrê Emîne Omer di derbarê deskeftiyên Zagonên Jinê de nirxandin kir.
* Hevseroka Diyar TUHAD-FED’ê Salîha Bakir diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê negihêje armanca xwe û got wê tecrîdê bi berxwdan û têkoşînê bişikînin. Salîhayê balkişand ser êrîşên li ser girtiyan û bang li gel kir ku li dijî tecrîd û zextan bertekên xwe nîşan bidin.
* Şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş ji bo xeyala xwe ya jiyanek ku mêtîngerî û zayendperestî tê de tine pêk bîne derket rê, ku hevalên wê jê re dibêjin Sêvê, wiha gotibû: “Şoreşa Rojava şoreşeke ku dikarim xwe ji nûve biafirinim. Ez jî wek jinek şoreşger, ji bo dest bidim şoreşa Rojava li virim.”
* Ji bo şaredariyên ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin amadekariya tayînkirina kayyum tê kirin û gel jî bertek nîşanê vê da û diyar kirin ku wê destur nedin ku şaredarî bên xespkirin û xwedî li îradeya xwe derkevin.
* Hatice Yildiz a 80 salî ku li gundê Elosekê yê Piranê dijî, di salonekê de bê tişt têkoşîna jiyanê dide.