Nûçegihanê DÎHA yê Ozgur serbest hat berdan
09:01
JINHA
ŞIRNEX - Nuçegihanê DÎHA yê Ozgur Paksoy dema ji Mêrdînê dihat Cizîrê di ketina Hezexê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin serbest hat berda.
Nuçegihanê DÎHA yê Ozgur Paksoy dema ji Mêrdînê dihat Cizîrê, li Hezexê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Ozgur li kontrola nasnameyê de bi îddîa "Heqaret li Serokomar kiriye" binçav kir. Polîsan Ozgur binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê. Ozgur, bi hinceta karîkatorê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ji aliyê Carlos Latuff ve hatibû xêzkirin bi riya medya civakî parve kiriye bi îdîay "Heqaret li Serokomar kiriye" hat binçavkirin û li Dozgeriya Komarê ya Hezexê serbest hat berdan.
(zt)